Otobusa ‘Ji Ocalan re Azadî’ ku ev 20 rojin li bajarên Ewropayê digerin, dest bi tûra Belçîkayê kir. Otobus îro dê biçe bajarê Liege.
Otobusa ‘Ji Ocalan re Azadî’ ku di Mîhrîcana Çanda Kurdan ya li bajarê Mannheimê ya Almanyayê ket rê, di 20 rojan de li 5 welatan geriya.
Otobusa ku piştî Swêd, Danîmarka, Almanya, Hollandayê derbazî Belçikayê bû, destpêkê çû bajarê Anwers.
Li ser sînorê Belçîkayê ji aliyê karwanekê ve hate pêşwazî kirin. çalakvanên ku li gel karwanê hatin qada Graandplein ya bajarê Anwersê, li vir tevlî mitîngê bûn. Di mitîngê de li ser navê çalakvana Mîrhem Yîgît axaftinek kir û ji ber eleqeya wan nîşanî çalakiya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dane sipasiya xwe pêşkêş kir. Serokê Kongreya Gel Remzî Kartal jî li ser nîqaşên hevdîtinên Osloyê axaftinek kir û balkişand ser ku, çi projeyek çareseriyê ya AKP’ê tuneye.
Piştî axaftinan belavoka bi zimanê Flamankî hate xwendin. Di çalakiyê de li ser navê MLKP’ê nûnerek axivî. Di mitîngê de Hozan Şemdîn stran stirîn.