Otonomiya Kurdên Rûsyayê komkujiya Şengalê şermezar kir
Otonomiya Kurdên Rûsyayê komkujiya Şengalê şermezar kir
Otonomiya Kurdên Rûsyayê komkujiya Şengalê şermezar kir
Otonomiya federal a neteweyî û çandî ya Kurdên Federasyona Rûsyayê (FNKA KURD RF) Êzidiyên di komkujiya Şengalê de jiyana xwe ji dest dan, bi bîr anî.
Otonomiya federal a neteweyî û çandî ya Kurdên Federasyona Rûsyayê (FNKA KURD RF) Êzidiyên ku 14 Tebaxa sala 2007'an di encama êrîşên li ser herêma Şengalê jiyana xwe ji dest dabûn, bi bîr anî û ew êrîşên hovane şermezar kir.
Di daxuyaniya xwe de FNKA KURD RF diyar kir ku Kurdên Êzidî ji dîrokê û vir ve gelek caran rastî neheqiyan hatine û hê jî ji ber dilsoziya xwe ya bi ola Kurdî ya kevnar dibin qurbanên lîstokên xêrnexwazên gelê Kurd. FNKA KURD bal kişand ku weke her carê di dîrokê de Kurdên Êzidî wê bi hemû hêza xwe ve xwe li ser piyan bigirin û ola Kurdî ya resen biparêzin û xwedîderketina li vê beşa civaka Kurd erkeke tevahiya neteweya Kurd e.
Mesaja FNKA KURD RF wisa didome, “Divê gelê Kurd zanibe ku ew komkujiya li ser axa pîroz a Şengalê pêk hat, destavêtina li nirxên pîroz ên neteweya Kurd e. Ji bo komkujiyên bi vî rengî careke din dubare nebin, divê gelê Kurd bi hişyarî tevbigere û neyê lîstika xêrnexwazan”.
Komkujiya li dijî Êzidiyan, beriya 6 salan li Şengalê di encama 4 êrîşên întîharî yên bi tankeran pêk hatibû. Li gorî çavkaniyên fermî 525 kesan jiyana xwe ji dest dabû, 400 kes jî birîndar bibûn. Lê tê gotin hejmara rastî ya mirovên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan e, 700 derbas kiriye.