Ozgen: Divê li dijî zîhniyeta qedexeker têkoşîn bê dayîn

Ozgen: Divê li dijî zîhniyeta qedexeker têkoşîn bê dayîn

Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger ku ji bo perwerdeya Kurdî li Rezan a Amedê hat vekirin  ji aliyê dewletê ve hat morkirin, piştî ku hat morkirin gelê ku mor şikand rastî êrîşa hêzên dewletê hatin. Êrîşa li hemberî gel hat şermezarkirin. Di çalakiya şermezarkirinê de Serokê Giştî yê KESK’ê Lamî Ozgen diyar kir ku zîhniyeta qedexeker a di encama têkoşîna kedkarên gelemperiyê de neçar ma qanûnên xwe biguhere di mijara perwerdeya Kurdî de jî neçare heman tiştî bike.

Gelê ku morkirina Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger qebûl nekir û herî dawî duh bi şev rastî mûdaxeleya tund a polîsan hat û hatin binçavkirin, li ber dibistanê hate şermezarkirin.

Mamosteyên dibistanê, weliyên xwendekaran, Hevseroka Rêxistina DBP’ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, Alîkarê Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Ayha, Hevserokê Egîtîm Sen ê Amedê Yildirim Aslan û Serokê Giştî yê KESK’ê Lamî Ozgen, serokên şaxa girêdayî KESK’ê li hemberî şideta polîsan û astengkirina perwerdeya bi Kurdî nerazîbûn nîşan dan.

Berdevkê demê yê platforma Şaxên Amed ên KESK’ê Muhsîn Uyanik di daxuyaniya çapemeniyê de got: “Daxwaza gelekî çi be, wezîfeya hikûmeta siyasî jî ev e ku bi cih bîne.” Uyanik diyar kir ku eger Tirkiye bixwaze li cîhanê wek welatekî demokratîk cih bigire, di serî de perwerdeya bi zimanê dayikê divê tevahî mafên însanî û demokratik qebûl bike.

OZGEN: AKP POLÎTIKYA ASÎMÎLASYONÎST A 90 SALAN DIDOMÎNE

Piştî daxuyaniyê Serokê Giştî yê KESK’ê Lamî Ozgen jî destnîşan kir ku daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê ku parçeyek ji têkoşîna azadiya gelê Kurd e, di rojeva Tirkiye û cîhanê de cih girt û li hemberî vê jî helwesta dewlet û hikûmeta AKP’ê faşîzane û otorîter e.

Ozgen anî ziman ku AKP polîtîkayên 90 salan ên asîmîlasyonîst û mêtinkar didomîne û wiha dewam kir: “Kelepçeya ku li zimanê gelê Kurd tê xistin, prangaya ku li stûya gelê Tirkiyeyê tê xistin.”

Ozgen diyar kir ku zîhniyeta qedexeker a di encama têkoşîna kedkarên gelemperiyê de neçar ma qanûnên xwe biguhere di mijara perwerdeya Kurdî de jî neçar e heman tiştî bike.

Ozgen ji hikûmetê xwest ku dawî li şideta polîsan bîne û hevalên wan ên binçavkirî bên berdan.

Piştî axaftina Ozgen çalakiya şermezarkirinê bi dirûşmaya “Zimanê me rûmeta me ye” hat bidawîkirin.