Ozgur-Derê careke din piştgirî da çeteyên komkujiyan dikin

Ozgur-Derê careke din piştgirî da çeteyên komkujiyan dikin

Ozgur-Dera Wanê daxuyaniyek da çapemeniyê û careke din piştgirî da komên çete en li Rojava li dijî gelê Kurd komkujiyan dikin.

Li Wanê şeva din kesên nasnameya wan nehate zanîn molotof û gule li  Ozgur-Dera Wanê ya li ser rêya Sîteya Toptancilaran ya Taxa Suphanê reşandibûn. Ji ber vê sedemê Ozgur-Derê li Kolana Sanatê daxuyaniyek da çapemeniyê. Derdorê 50 endamên Erdem-Der, Umut Işigi, Gokkuşagi, MAZLUMDER, Memûr-Sen, Nûnertiya ÎHH ya Wanê, Nuve-Der, Banka Gida ya Rahmetlî, Cemiyeta Mustazafar, Vîm-Der tevlî daxuyaniyê bûn. Bênavber behsa tekbîrê kirin. Ozgur-Dera ku bipiştgiriya komên çete ên El Nusra ku li Rojava Kurdan qetil dikin, tê naskirin, beriya daxuyaniyê Serokê berê yê Şaxa Ozgur-Dera Amedê Serdar Bulent Yilmaz axivî û îdiakir ku, dîmenên komên çete ên li Rojava li dijî xelkê sivîl derewin, Waniyan bertek nîşanî vê daxuyaniyê da. Polîsan kesên bertek nîşandan ji herêmê dûrxistin.

Di daxuyaniyê de Serokê Şaxa Ozgur-Dera Wanê Erdogan Guleryuze jî îdiakir ku, rêxistinên Îslamî ên li Sûriyeyê li dijî rejima Baas şer dikin, li ser kurdan  û çapemeniyên wan “kampanya îftîrayê” têne birêve birin û parast ku Ozgur-Der hedef tê girtin.

Serokê Giştî yê Ozgur-Derê Ridvan Kaya beriya çend rojan daxuyaniyek da bû li rexmî ku li Helebê zêdetirî 70’ê sivîl hatin qetilkirin gotibû, “parêzvanên direwa komkujiya li Rojava”, çapemeniya Kurd û ên bertek nîşanî komkujiyê dan sûcdar kiribû û her wiha heqaret li kurdan kiribû.