PAJK Gulnaz Karataş û şehîdên Cotmehê bibîr anî
PAJK Gulnaz Karataş û şehîdên Cotmehê bibîr anî
PAJK Gulnaz Karataş û şehîdên Cotmehê bibîr anî
Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) yek ji milîtanên pêşeng ên tevgera Kurd Gulnaz Karataş (Bêrîtan) a di dema Şerê Başûr ê sala 1992'an de jiyana xwe ji dest da, bi daxuyaniyeke nivîskî bibîr anî.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di dîroka Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de meha Cotmehê weke meheke ku tê gelek şehîd hatine dayîn û hat gotin, "Meha Cotmehê di rastiya Kurdistanê de meha lê çandinî-cotkarî tê kirine. Şehîdên me yên nemir, li cihê wate lê hatiye çandin gulên azadiyê ne ku şîn bûne. Rastiya ku em di nirxên şehîdên xwe de dibînin, nemirina jiyanê ye. Di rastiya gerdûnî de jîndarkirina vê zanyariyê, asta herî bilind a rûmetê ye. Em weke Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê, weke şertê hevalbûyînê dibînin ku vê asta bilind a rûmetê bi hezkirinê hilgirin û hêjayî hevalên xwe yên di meha Cotmehê de şehîd ketine, bibin. Em careke din soz didin ku emê nirxên azadî û berxwedanê heta rizgariya demokratîk hilgirin.
Di van rojên ku em bêhna Cotmeha 2013'an dikin de, em her gava ji bo bîranîna şehîdên Cotmehê diavêjin, bi têgihiştineke dîrokî ya kûr, dijîn. Li gel hevalên Bêrîtan (Gulnaz Karataş), Zeynep (Gûrbetellî Ersoz), Meryem (Meryem Hazar Çolak), Azîme (Mîhrîban Saran), Ronahî (Andrea Wolf), Çerkez Hêlîn, Rewşen (Leyla Kaplan), Rozgerîn (Asûman Erdem), Canda (Sanem Bertan), Rotînda (Aynûr Artan) û Kurdê (Selamet Menteş) xelekên nû li zincîra şehîdên Cotmehê zêde dibin û gulên Cotmehê bexçeyên xwe yên azadiyê mezin dikin. Şehîd Rûken Bîngol a di Cotmeha 2011, Rojîn Gewda a di Cotmeha 2012'an û herî dawî jî Jiyan Ahrez a di Cotmeha 2013'an de li şoreşa Rojava şehîd ketin, beşdarî vê xelekê bûne. Hevala Rojîn a di 4'ê Cotmeha 2012'an de li Çarçela tev li refên şehîdên Cotmehê bû, salên dirêj di têkoşîna azadiyê ya jinê de şer kiribû, fermandareke gerîla ku bi sedan şervanên nû perwerde kir, di şer û jiyanê de ji gelek hevalan re pêşengî kir û gerîayeke jin a efsanewî bû ku bi mejiyê Kurdistana azad û exlaqê azadî, coş û morala jiyanê re her kêliya xwe watedar jiya. Hevala Rojîn a ku di xebatên Koordînasyona PAJK'ê de cih girt, wezîfeyên xwe bi kedeke mezin meşandiye.
Bi şehadeta hevala Jiyan Ahrez re şehîdên Cotmehê seranser li tevahiya Kurdistanê belav bûye. Ked, beşdarî û serketina berxwedana azadiyê ya jinê di şoreşa Rojava de, bûye sedem ku şoreş gelêrî bibe. Keda hêzên Yekitiya Star, berxwedana bi xîret a milîtanên YPJ'ê, asta serketinê ya li qada çalakiyên azadbûyînê û xweparastinê, pêşengiya jinê ya di azadkirina civakê de careke din xwe ispat kiriye. Jina li Rojava li ber xwe dide temînata azadiyê ya tevahiya Kurdistan û Rojhilata Navîn e.
Di 21. salvegera şehadeta hevala Bêrîtan de, weke partiya azadiya jinê ya Kurdistanê em careke din soz didin ku li dijî her şêweyên êrîş û dagirkeriyê yên olperest, neteweperest û zayendîperestiYê, emê bi Bêrîtanî li ber xwe bidin û sosyalîzma demorkatîk ava bikin. Bersiva me ya yekane ya li hevala Bêrîtan û banga Rêberê me ya bi Bêrîtanî; jina azad, civaka azad û jiyana demokratîk e."