'Pakêta demokratîkbûyînê wê bi kêrî bendewariyan neyê'
'Pakêta demokratîkbûyînê wê bi kêrî bendewariyan neyê'
'Pakêta demokratîkbûyînê wê bi kêrî bendewariyan neyê'
Navên di Komîsyona Mirovên Aqilmend de cih girtin, bi endaze nêzî "pakêta demokratîkbûyînê" ya hikûmeta AKP'ê û bi nerazîbûn nîşanî helwesta Erdogan a li pêvajoyê dibin. Prof. Dr. Sancar got, 'Hatiye fêmkirimkirin ku pakêta mijara gotinê wê bersivê nede bendewariyên Kurdan û hêzên demokrasiyê." Serokê Giştî yê ÎHD'ê Turkdogan jî da xuyakirin ku ew daxuyaniyên Erdogan ên li ser pêvajoyê xweş nabîne. Serokê Giştî yê TUHAD-FED'ê Teker jî diyar kir ku hikûmetê, raporên Komîsyona Mirovên Aqilmend li ber çavan negirtiye.
Pêvajoya çareseriyê ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, dewam dike. Tevgera Kurd di asta yekemîn a pêvajoyê de bi vekişîna hêzên gerîla re berpirsyariyên xwe bicih anî, lê hikûmetê hînê ti gav neavêtiye. Her weha Serokwezîrê Tirk Tayyip Erdogan di daxuyaniya xwe ya li ser "pakêta demokratîkbûnînê" de bi gotina 'wê zimanê fermî zerarê bibîne' anî ziman ku perwerdeya zimanê dayikê di rojeva wan de tineye.
Ji Komîsyona Mirovên Aqilmend Prof. Dr. Mîthat Sancar, Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan û Seroka Giştî ya TUHAD-DER'ê Zubeyde Teker, nêzîkatiya hikûmetê ya li pêvajoya çareseriyê û peyamên negatîf ên Erdogan ji ANF'ê re nirxand.
SANCAR: PERWERDEYA ZIMANÊ DAYIKÊ YEK JI DAXWAZÊN XURT ÊN GELÊ KURD E
Prof Dr. Mîthat Sancar da xuyakirin ku divê hikûmet bi awayekî lez pakêta xwe ya demokraktîkbûyînê eşkere bike û got, "Divê êdî pakêt bê dîtin. Teqwîmeke çawa ya demokratîkbûyînê hatiye destnîşankirin, yan jî teqwîm heye, ev nayên zanîn...Gelo reformek heye yan jî guhertinek tenê ji bo qadekê heye...Ev hînê nayên zanînin." Prof. Dr. Sancar nêzîkatiya Erdogan a li perwerdeya zimanê dayikê rexne kir: "Di raporên Heyeta Mirovên Aqilmend de, daxwaza perwerdeya zimanê dayikê weke daxwazeke girîng derdikeve pêş. Bi taybetî, komên xebatê yên "Başûrrohilat" û "Rojhilatê Anatoliyê" ev daxwaz bi awayekî xurt nivîsandin. Weke koma Herêma Marmarayê jî me dîtin ku li cihên Kurd lê dijîn, piştgiriyeke xurt ji bo perwerdeya zimanê dayikê heye. Balkêşe ku Serokwezîr li ser navê Heyeta Mirovên Aqilmend dipeyive. Eger bi rastî wê raporên me li ber çavan bigirin, hingî divê pakêteke berfireh a demokratîkbûyînê ava bikin. Di raporên me de pêşniyarên dorfireh hene."
Prof. Dr. Sancar ragihand ku ew vê heftê dixwazin bibînin ka hikûmetê pakêteke çawa pêşkêş bike û anî ziman ku bi dîtina wî pakêta hikûmetê wê bersivê nede bendewariyan: "Ez di wê baweriyê de me ku pakêt wê bersivê nede bendewariyên aliyê Kurd û hêzên demokrasiyê. Eger piştî vê pakêtê daxuyanî were dayîn ku wê gaveke duyemîn bê avêtin, hingî dikare li ser nirxandin bê kirin. Divê êdî em bibînin ka hikûmet dixwaze çi bike."
Prof. Dr. Sancar diyar kir ku ewê weke navên di Komîsyona Mirovên Aqilmend de cih girtin, naveroka raporên xwe biparêzin û ji hêzên demokrasiyê jî xwest, ku ji bo reform pêk werin, têkevin nava hewldaneke aktîf.
'DIVÊ DERFETÊN OCALAN ÊN TÊKILÎ Û RAGIHANDINÊ BÊN ZÊDEKIRIN'
Prof. Dr. Mîthat Sancar da xuyakirin ku divê şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gorî pêvajoyê werin sererastkirin û got, "Ji destpêka pêvajoyê ve ez rast dibînim ku Ocalan li navenda gotûbêj û hevdîtinan e. Lê ji bo Ocalan hevdîtinan bi hêz bimeşîne; ji bo raya giştî ya xwe û civata xwe bixe nava tevgerê, divê şert û mercên wî yên têkilî û ragihandinê werin sererastkirin. Divê rewşa Ocalan li gorî hevdîtinên çareseriyê bê başkirin. Bi tenê hevdîtina bi heyeta BDP'ê yan jî xizmên xwe re, têrê nake. Divê jê re hin derfet werin dayîn ku karibe bi raya giştî re têkiliyê deyne. Ev girîng e. Divê Ocalan karibe yekser raya giştî agahdar bike, xwedî derfet be ku bi Qendîl û Ewropayê re têkiliyê deyne."
TURKDOGAN: HIKÛMET WÊ GUHERINÊN BIÇÛK BIKE
Serokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan Ozturk Turkdogan jî nêzîkatiya hikûmetê ya li pêvajoyê rexne kir. Turkdogan got, "Hikûmet di mijarên divê gavan biavêje de, gelekî hêdî dimeşe û gavan neavêje" û destnîşan kir ku ev yek bi tena serê xwe pirsgirêk e. Turkdogan got, "Tengavbûna siyaseta Tirk xwe nîşan dide. Ji ber ku dema li raporên me tê nêrîn, derdikeve holê ku tevahiya gelan dixwazin şer bi dawî bibin û pirsgirêk li ser bingeha demokratîk çareser bibin; Bi destûra bingehîn a nû û daxistina benda hilbijartinê re. Perwerde û hînbûna zimanê dayikê jî weke mafekî ji aliyê gel ve tê dîtin û di wê baweriyê de ye ku ev yek wê welat parçe neke. Gel li pêşiya meclîsê ye, bi taybetî jî gelekî li pêş AKP'ê ye."
Turkdogan da xuyakirin ku pirsgirêkên pêvajoya çareseriyê ji ber AKP'ê rû didin û diyar kir ku ew pakêta demokratîkbûyînê ya hînê nehatiye eşkere kirin, hêviyê nade mirovan: "Di vê nuqteyê de di şûna gaveke dorfireh bê avêtin de, mîna pakêtên 3. an 4. yên dadgeriyê hin guhertinan dikin, ev yek jî bersivê nade bendewariyan. Ne zelalî wê dewam bike. Eger di warê konjonturel li rewşa herêmî were temaşekirin, ev ne zelalî, pirsgirêk ne li gorî berjewendiyên Tirkiyê ne."
'AKP ROLA XWE YA MISLIMANTIYA JI XWE RE DEWAM DIKE'
Turkdogan diyar kir ku AKP di şûna pirsgirêkên civakê çareser bike de, berjewendiyên xwe li ber çavan digire û got, "Helwesta AKP'ê ya mislimantiya ji xwe re, demokratbûyîna ji xwe re, dewam dike. Di çarçoveya kalibên teng ên siyasî de nêzî xwe dibe. Eger bi vî rengî dewam bike, wê ber bi kaosê ve biçe." Turkdogan nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Erdogan da ya digot; wê perwerdeya zimanê dayikê di pakêta demokratîkbûyînê de cih negire: "Ez dixwazim bêjim ku ez helwesta Serokwezîr bi xweşî nabînim. Di şûna van daxuyaniyan de divê, destûra bingehîn a nû were destnîşankirin, destûra bingehîn a demokratîk têxin rojeva Tirkiyê û benda hilbijartinê ya li pêşiya demokratîkbûyîna siyasetê asteng e, bê rakirin. Di civîna li gel me de, Erdogan di mijarên perwerde û hîndekariya zimanê dayikê de hin gotinên neyînî bilêv ki. Ev gotinên neyînî yê Ocalan, ji bilî derengxistina çareseriyê, nayê ti wateyê. Divê di demeke kurt de pêşî li perwerde û hîndekariya bi zimanê dayikê bê vekirin. Herêm Derya Spî, herême ku mezheb û etnîkên cûda yên ji Tirk, Kurd, Ereb, dijîn e. Li vê herêmê Tirk zêde ne, lê di hevdîtinên me de diyar kirin ku perwerdeya zimanê dayikê mafek e. Ji ber vê yekê, gel li pêşiya siyaseta Tirkiyê ne."
Turkdogan ragihand ku hikûmet pêşketinên herêmî fêm nake, her tim hewl dide pirsgirêkan taloq bike û êdî ev yek ne gengaz e. Turkdogan got, "Bi payizê re çiyê bibe, wê bibe; destûra bingehîn an pakêta demokratîkbûyînê... Jiyanek di nava ne diyariyê de, êdî ne ge gengaz e. Ez nêzîkatî û gotinên neyînî yên Serokwezîr, weke nîşaneya rewşa wî ya tengav dibînim. Em ji hikûmetê hêvî dikin ku li gorî raporên me gavan biavêje. Em dixwazin ku êdî pakêt bi raya giştî re bê parvekirin. Eger bi rastî jî pakêtek bersivê nede bendewariyan derkeve holê, hingî emê wezîfeyên hikûmetê careke din bînin bîra wê."
TEKER: HIKÛMET HÊRSA CIVAKÊ RADIKE
Seroka Giştî ya Federasyona Komeleyên Piştgiriya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUHAD-FED) Zubeyde Teker da xuyakirin ku Serokwezîr bi daxuyaniyên xwe yên li ser pêvajoya çareseriyê re, hêrsa civakê radike û nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Erdogan a mafê perwerdeya zimanê dayikê nas nake. Teker got, "Daxuyaniyên Serokwezîr, pêvajoya heyî nerm nake. Seriyan tevlîhev dike, hêrsê radike. Wezîfeya niha ya hikûmetê avêtina gavan ne, ne xwe rakişandine."
Teker diyar kir ku Erdogan ji aliyekî ve gotiye ewê raporên Komîsyona Mirovên Aqilmend li ber çavan bigire û li aliyê din jî der heqê mijara zimanê dayikê de helwesteke neyînî nîşan dide. Teker got, "Daxwazên bingehîn ên raporên me; demokrasî û aştiya mayinde ye. Ya ku di vê mijarê de divê were kirin jî, serbestberdana girtiyên siyasî û mijara zimanê dayikê ne. Ev xalên bingehîn in. Bi redkirina van daxwazan re nikare bêje ku ji bo demokratîkbûyînê dixebite."
Teker anî ziman ku hikûmeta AKP'ê bi derengxistina gavan re samimiyeta xwe ya der heqê pêvajoyê de dike mijara gotûbêjan û destnîşan kir ku xetimandina pêvajoyê wê li herêmê rê li ber felaketê veke.