Pankart û afîşên PÇDK’ê hatin daxistin

Pankart û afîşên PÇDK’ê hatin daxistin

Zext û zordariyên li PÇDK'ê hînê di destpêka xebatên hilbijartinê de giran bûn. Hat ragihandin ku pankart û afîşên hilbijartinê yên PÇDK'ê li navçeyên Herîr, Qesrê û Çomanê hatine daxistin.

Bi destpêkirina dema propaganda hilbijartinê ya bi awayekî de, Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) pankart, afîş û wêneyên namzetên xwe li hemû bajar, navçe û gundên Başûrê Kurdistanê daliqand.

Li gorî agahiyên ji namzetekî PÇDK'ê hat wergirtin, şeva borî li navçeyên Herîr, Qesrê û Çomanê hin kesên nasname ne diyar, hemû pankart, afîş û wêneyê namzetên PÇDK’ê daxistine xwarê.

Der barê bûyerê de berdevkê hilbijartinan a lîsta 113 ya PÇDK’ê Hesen Cudî daxuyaniyek da û got, “Em bi hemû baweriya xwe dizanin ku ev karên bi vî rengî ji aliyê deshilatdariyê ve tên kirin. Ji ber ku tirsek mezin ketiyê dilê partiyên deshilatdar, ketine nava hewldaneke bi vî rengî. Yek ji tirsa wan a herî mezin, beşdarbûna me ya li hilbijartinê ye.”

Hêjayî gotinê ye, ku asayîşa Partiya Demokrata Kurdistan PDK li herêma Akrê, Zaxo û Şêladizê astengî ji bo vekirina navendên propaganda yên lîsta PÇDK’ê derxistin.

Li  Koştepe, Germiyan jî endamên PÇDK'ê rastî êrîşên çekdarî hatin.