Parastina bi Kurd dîsa hate redkirin
Parastina bi Kurd dîsa hate redkirin
Parastina bi Kurd dîsa hate redkirin
74'emîn rûniştina doza 108 jê girtî 175 siyasetmedarên kurd ku di navde
şaredar, parlamenter, parazvanên mafên mirovan jî hene yên di bin navê doza
KCK'ê de tên darizandin li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê berdewam kir.
Di rûniştinê de Parlamenterên girtî Kemal Aktaş û Selma Irmak jî di nav de 48
girtî bi tevahi 50 siyasetmedar amade bûn û 70 girtî jî ji ber bi rapor bûn tev
li rûniştinênebûn. Nivîskar Nûray Mert û gelek parêzerên din jî doz şopandin.
Rûniştina dozê bibi parastina parêzeran dest pê kir. Parêzeran ewil xwestin ji
bo parastina kurdî werger bê temînkirin. Lê heyeta dadgehê bi hinceta hêj
guhertina zagonê neketiye meriyetê daxwaza parêzeran a parastina kurdî red kir.
Runiştin bi xwendina delîlên der barê Şaredarê Peyasê Zulkuf Karatekin de
didome.