Parêzeran xwestin Ocalan bibe şahid

Parêzeran xwestin Ocalan bibe şahid

Di 6. rûniştina doza parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 16 jê girtî û bi giştî 50 kes têde tên darizandin de Prz. Mehmet Bayraktar ê girtî diyar kir ku sedema girtina wan ji ber hevdîtinên bi Ocalan re ye. Bayraktar xwest dadgeh biryar bigire ku li Ocalan wekî şahid bê guhdarîkirin. 

6. rûniştina doza 16 jê girtî 50 parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên di 22'ê Mijdara sala 2011'an de di çarçoveya "KCK"ê de hatin binçavkirin û girtin, li 16. Dadgeha Cezayên a Giran li Girtîgeha Ceza Înfaz a Sîlîvrî didome. Di rûniştina dozê ya parêzeran de Parlamenterê BDP'ê yê Şirnexê Hasip Kaplan parêzerên baroya Paris, London, Berlin Yekîtiya Baroyên Fransayê, Komeleya Hiqûqnasên Demokrat ên Ewropayê jî di nav de zêdeyî 30 parêzer ji derve hatin û tev li rûniştinê bûn. Di rûniştinê de hemû parêzerên girtî û Şaredarê Wanê Prz. Bekir Kaya jî di navde 9 parêzerên serbest tev li rûniştinê bûn. Di rûniştinê de Prz. Mehmet Sanî Kizilkaya bi kurdî parastin kir. Piştre Prz. Mehmet Bayraktar mafê parastinê girt û diyar kir ku gelek îdîa têkildarî hevdîtinên wan û muwekilê wan Ocalan in. 

Bayraktar diyar kir ku ji ber hevdîtinên heftane û asayî yên bi Ocalan re der heqê wan de doz hatiye vekirin û got: "Divê êdî heyeta dadgehê biryar bide ku muwekilê me Ocalan jî wekî şahid bê guhdarîkirin. Tirkiye îro ketiye pêvajoyek nû. Em dixwazin daxwaza me ya ku Birêz Ocalan wekî şahid bê guhdarkirin wekî biryar bê girtin." 

Serokê heyeta Dadgehê Mehmet Ekincî jî got "Daxwazên her bersûc û wekilan çê dibe. Em jî dê der barê daxwazên wan de biryarê bidin." Li ser vê yeke Bayraktar pirsa "2 salin me ev daxwaz ji heyeta dadgehê kiriye. Hûn dê kengî vê biryarê bidin?" pirsî. Serokê heyetê Ekîncî, jî got: "Ger ku 2 sal pêwist be, dê 2 sal şûn de biryar bê dayîn." 

Rûniştina dozê piştre bi parastina Prz. Huseyin Çalişçi berdewam kir. 

Serokê heyetê Mehmet Ekincî pirsa "Hûn li ser kijan hiqûqê diçin Îmraliyê û bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin dikin?" pirsî. Çalişci jî got "Ez ne tenê li ser dosyayên hiqûqî, li ser tenduristiya muwekilê xwe jî dikarim biçim hevdîtinan bikim. Heyet bi pêş huqmî tevdigere û wekî ku parastina Ocalan sûc be nêzîk dibe." 

Prz. Ayşe Batumlu jî parastin kir û got: "Ez parêzera Ocalan im. Ger ku ev yek wekî sûc bê dîtin û fikirîn ev eybek hiqûqê ye. Ev doz bi boneya tundiyê li ser parêzeran ava bike hatiye vekirin. 

Rûniştina doza parêzeran dê piştî nîvro jî berdewam bike.