Parêzerên Ocalan careke din li astengiya "keştiya xerabe" rast hatin

Parêzerên Ocalan careke din li astengiya "keştiya xerabe" rast hatin

Serlêdana parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re, careke din bi hinceta "keştî xerabe ye" hat redkirin.

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rêzan Sarica, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç, ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin, serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê belê Dozgeriyê careke din bi hinceta "keştî xerabe ye" destûr neda parêzeran ji bo biçe Girava Îmraliyê.

Ji 27'ê Tîrmeha sala 2011'an û vir ve bi hincetên cûrbecûr destûr ji parêzeran re nayê dayîn ku biçin Îmraliyê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin.