Parêzerên Ocalan dîsa rastî astengiya 'Keştiya Xerabe' hatin
Parêzerên Ocalan dîsa rastî astengiya 'Keştiya Xerabe' hatin
Parêzerên Ocalan dîsa rastî astengiya 'Keştiya Xerabe' hatin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi boneya bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê pêk bîne serî li Dozgerê Komarê yê Bûrsayê dan. Lê bi hinceta keştî xerabe ye destûr nedan ku parêzer biçin Îmraliyê.
Parêzerên Rêberê Gelê KurdcAbdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yureklî, Mazlum Dinç û Raziye Ozturk bi boneya bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtina hefteyî ku 2 sal û 40 rojin pêk neanîne pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê rayedarên dewletê bi hinceta keştî xerabe ye destûr nedan ku parêzer biçin Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevditin pêk bînin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de bi Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn û 2 sal û 40 rojin bi hinceta keştî xerabe ye, muxalefeta hewayê heye û hincetên cuda nikarin biçin Îmraliyê.