Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê pêk bîne serî li Dozgerê Komarê yê Bûrsayê dan.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yureklî, Mazlum Dinç û Raziye Ozturk, bi boneya bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtina hefteyî ku 2 sal û 45 rojin pêk nehatiye pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. 

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de bi Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn û 2 sal û 45 rojin bi hinceta keştî xerabe ye, muxalefeta hewayê heye û hincetên cuda nikarin biçin Îmraliyê.