Parêzerên Ocalan serlêdana çûyîna Îmraliyê kirin

Parêzerên Ocalan serlêdana çûyîna Îmraliyê kirin

Parêzêrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê û bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rêzan Sarica, Mazlum Dînç, Cengîz Yureklî û Muhdî Oztuzun, ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Dozgeriya Komara Bursayê dan. Eger destûr bê dayîn dê parêzer roja Çarşemê biçin Îmraliyê.

Hêjayî gotinê ye, ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve çûyîna parêzeran bo Îmraliyê bi sedemên cuda tê astengkirin.