Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin

Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. 

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rêzan Sarica, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç, ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin, serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Eger serlêdana parêzeran bê qebûlkirin, wê sibê biçin Girava Îmraliyê û bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê pêk bînin.

Ji 27'ê Tîrmeha sala 2011'an û vir ve bi hincetên cûrbecûr destûr ji parêzeran re nayê dayîn ku biçin Îmraliyê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin.