Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi Ocalan re pêk bînin, serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rêzan Sarica, Cengîz Yureklî, Mazlûm Dînç û Raziye Ozturk, piştî ku serlêdana wan a roja Çarşemê hat redkirin, ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin careke din serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Eger serlêdana parêzeran qebûl bibe, tê payîn sibê biçin Girava Îmraliyê û bi muwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.
Hevdîtina parêzeran a bi Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve tê astengkirin.