Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin

Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rêzan Sarica, Cengîz Yureklî, Mazlûm Dînç, Raziye Ozturk û Mehmet Devran Devrîm ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Eger bersiveke erênî ji parêzeran re bê dayîn, tê payîn sibê biçin Girava Îmraliyê.

Hêjayî gotinê ye, ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve parêzerên Ocalan nikarin muwekîlê xwe bibînin.