Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi boneya bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengiz Yurekli, Mazlum Dînç, Huseyin Bogatekin û Mehmet Devran Devrim, bi boneya bi muwekilê xwe Ocalan re hevditinê pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Ger ku serlêdana parêzeran bê qebûlkirin dê parêzer sibê biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevditin pêk bînin.
Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de çûbûn Îmraliyê û hevdîtin pêk anîbûn.