Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di mijara PKK’ê de Parîs û Berlînê tawanbar kir û diyar kir ku her du welat di têkoşîna li dijî PKK’ê de alîkarî nadin. Lê di navbera Enqere û Parîsê de li dijî PKK’ê peymanek hatiye morkirin, di vê çarçoveyê de Franseyê bi sedan Kurd binçav kir.
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di hevpeyvîna da kanala NTV de got; “Hin kes hene naxwazin em vê pirsgirêk çareser bikin. Almanya Franse naxwazin. Rêberên terorîstan li van welatan bi serbestî digerin. Çavkaniyên pereyî ji wir tên. Welatên din ên pêşketî yên Ewropayê hene. Welatên Îskandinavyayê alîkariyek tam didin. Ez vana li rûyê wan dibêjim. Ka we dê radest bikiriba. Hûn ê rabin bêjin PKK rêxistina terorê ye û piştre dê rêberên PKK’ê li welatên we bi serbestî bigerin. Bi milyonan Euro ji vir bo rêxistina terorê dişînin. “
ERDOGAN DIXWAZE DARAZA ROJAVA BIŞIBÎNE DARAZA AKP’Ê
Lê ev welatên Rojava yên ku Erdogan behsa wan dike, di mijara çaresernekirina pirsgirêka Kurd de her tim hevkariya rejîma Tirk dikin. Ev welatên Rojava her tim kanalên TV yên Kurdan digirin, bi ser komeleyên Kurdan de digirin û PKK’ê weke rêxistina terorê bi nav dikin. Ji vir dixuyê ku Erdogan dixwaza daraza weltên Rojava bişibîne daraza welatê xwe.
LI FRANSEYÊ BI SEDAN KURD HATIN BINÇAVKIRIN
Herî dawî polîsên Frensî di 24’ê tebaxê de, li Marsîlyayê bi ser malên Kurdan de girtin û 3 Kurd binçav kirin.Di 22’ê Gulanê li komuna Cenon ya bajarê Bordeauxê jî di ser du malên Kurdan de girtibûn. Di serdegirtina polîsên rûpûş de du Kurdên binavê F.E û A.S telîs kiribûn serê wan û ew binçav kiribûn.
Di 27’ê Tîrmehê de ciwanên Kurd yên ji Parîsê ketîn rê û ji bo tevlî xwepêşanda li Strasbourgê hatiye organîze bibin, di ketina bajar de ji aliyê polîsan ve hatibûn rawestandin. Ciwanên ku rastî êrîşa tund ya polîsan hatîn, 6 kes birîndar bibûn û 26 kes jî hatibûn binçavkirin. çalakvanek jî bi guleya plastic hatibû birîndar kirin. Piştre kesên hatibûn binçavkirin serbest hatibûn berdan.
Li gorî hesabên ANF’ê ji sala 2007’an û vir ve, bi hinek hincetên siyasî nêzî 200 Kurdan hatine binçavkirin, her wiha di sala 2011’an de komeleyekî Kurd li Parîsê hate girtin.
LI DIJÎ PKK’Ê PEYMANA PARÎS Û ENQEREYÊ
Di 7’ê cotmeha 2011 de di bin navê “têkoşîna li dijî PKK’ê” de, peymaek a hevkariya li dijî Kurdan di navbera Parîs û Enqereyê de hate îmzekirin. Ev peyman heta niha jî di malpera fermî ya Wezareta Derve ya Frensî de cih digire. Franse ne tenê li dijî PKK’ê ye, di heman demê de li Sûriyeyê jî hevkariya polîtîkayên AKP’ê dike.