Parlamenter wê li ber NY dest bi greva birçîbûnê bikin

Parlamenter wê li ber NY dest bi greva birçîbûnê bikin

Parlamenterên HDP’yî bi armanca bala raya giştî ya navneteweyî bikişînin ser êrîşên çeteyên DAIŞ ên ser Kobanê wê li ber avahiya NY a li Cenevre dest bi greva birçîbûnê bikin.

Hevseroka KCD’ê û Parlamentera Şirnexê  ya HDP’ê Selma Irmak ku li Kobanê lêkolîn pêk anîn, diyar kir wê bi armanca balê bikişînin ser rewşa Kobanê û êrîşên çeteyên DAIŞ ên li dijî Kobanê li ber avahiya NY a li Cenevre dest bi greva birçîbûnê bikin.

Irmak got ku li gel wê dê Parlamenterên  HDP’ê Kemal Aktaş, Sebahat Tuncel û Endamê Desteya Îcra ya KCD’ê Feleknas Uca jî wê tevlî çalakiya rûniştinê û greva birçîbûnê ya li Cenevre bibin.