Parlamenter Yildiz tedawiya bi kelepçeyan red kir

Parlamenter Yildiz tedawiya bi kelepçeyan red kir

Parlamenterê BDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz dema hat xwestin kelepçekirî bibin nexweşxaneyê nerazîbûn nîşan da û tedawî red kir. 

Parlamenterê BDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ê girtî ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê dema hat xwestin bi awayekî kelepçekirî bibin nexweşxaneyê nerazîbûn nîşan da û tedawî red kir. 

Li ser vê yekê Sariyildiz nehat tedawîkirin. Sariyildiz ê bi rêya şêwirmendê xwe daxuyanî da destnîşan kir ku bi zextên binpêkirina rûmet û mafan re rû bi rû tên û ev xusûs nîşan dan: 

"Dema em li ser kursiyê nexweşan rûdinin, destê me kelepçekirî, leşkerek jî bi kelepçeyek din bi destê me ve girêdayî, li çep, rast û pêşiya me jî leşkerên di fermana çawîşekî pispor de em tedawiyê dibînin. Herî dawî dema ji bo nexweşiya xwe ku min xwest ez biçim nexweşxaneyê, dema hewl dan heman zextan pêş bixin min tedawî red kir. Tevî ku nexweşiyên min ên wek fitiq, kezeb û mîdeyê hene jî, ji ber nêzîkatiyên biçûkxistinê yên hewl didin di şexsê me de pêk bînin, ez êdî çûna nexweşxaneyê red dikim." 

Sariyildiz di dewama axaftina xwe de got ku mirov nikare nêzîkatiyên leşkeran bi rengekî şexsî bigire dest, leşkerên ji desthilatdariya AKP'ê cesaret werdigirin bi hestên xwe tevdigerin û di nêzîkatiyên leşkeran de helwestên dijmintiyê dîtine.