Parlamenter Zozanî li Brîghtonê bi kurdan re hate cem hev
Parlamenter Zozanî li Brîghtonê bi kurdan re hate cem hev
Parlamenter Zozanî li Brîghtonê bi kurdan re hate cem hev
Parlamenterê BDP’ê yê Colemêrgê Adil Zozanî ku li ser vexwendiya konferansa salane ya ku Partiya Karkeran a Îngîlistanê pêk anibû çû Brîghtonê, bi kurdan re hate cem hev û der barê geşedanên Kurdistanê ve agahî dan.
Adil Zozanî ku li kafeya Metropolîst a Kurdish Sussex Comminity tevli taştê bû der barê geşedanên Kurdistan û Tirkiyeyê de agahî dan. Zozanî wiha got: “Têkoşîna gelê kurd ya mafdar ji aliyê cîhanê ve hate qebûl kirin û ji her demê zêdetir nêzî azadiyê ne. Em wek BDP’ê dixwazin hemû nasname û baweriyên cuda azad bijîn. Em dixwazin Elewî, Êzdî, Suryanî, Emenî û Ereb wek xwe bijîn. Em di têkoşîna xwe de ne tenê azadiya kurdan, azadiya hemû nasname û baweriyên Kurdistan û Rojhilata Navîn dixwazin. Têkoşîna me jî ji bo vê ye.
Zozanî destnîşan kir ku Kurdan berxwedaneke mezin nîşan dane û li dijî êrîşan rawestiyane û got kurd bûne ewlehiya demokrasiyê ya Rojhilata Navîn û got: “Kurdên li dîasporeyê dijîn divê zêdetir girîngiyê bidin rêxistibûnê û divê giraniyê bidin dîplomasiya gel. Her wiha riya azadiyê di azadiya jinê de derbas dibe.”
Zozanî îro dê tevi civîna gel ya Mala Gel a Londonê.