Parlamenterê BDP Bînî tevlî civîna gel a li Celle bû

Parlamenterê BDP Bînî tevlî civîna gel a li Celle bû

Li bajarê Elmanyayê Celleyê, der heqê rewşa Rojava de li Komeleya Mala Êzidiyan a Federasyona Êzidiyên Kurdistanê bi beşdariya Parlamenterê BDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî civîneke gel hat lidarxistin.

Bînîcî di axaftina xwe ya li vê derê de diyar kir ku êrîşên li dijî Rojava tên kirin bi şêweyeke plankirî pêk tên û ev êrîş ji aliyê hêzên nikarin xwe li serketina Kurdan rabirin ve tên kirin. Bînîcî da xuyakirin ku Rojava îro rûmeta tevahiya gelê Kurd e û weha peyivî:

"Roj roja xwedîderketina li rûmeta xwe ye. Li dijî yên ku ji serkeftina kurdan re sabir nakin û li dijî yên ku jiyaneke bê rûmet li ser Kurdan feriz dikin em xwedî li Rojava derkevin. Rojava dilê Kurdane. Komên çeteyan dixwazin dilê me hişk bikin. Lê belê emê rê nedin ti kesî ku dilê me hişk bikin.”

Bînîcî bal kişande ser pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye dest pêkirin û wiha got; “Kurd li gel ewçend êş û zordariyê jî, dîsa destê aştiyê dirêj dikin. Ji aliyê xwe ve her wezîfe û berpirsyariyên xwe bicih tînin. Li gel vê yekê ji aliyê dewletê ve gaveke berçav nayê avêtin. Li dijî vê dewlet ji bo rêveneçûna pêvajoyê seknekî cuda dimeşîne.”

Civîna ku girseyeke mezin a gel tevlî bûyî bi sloganên “Bijî serok Apo” û “Bijî berxwedana YPG” bi dawî bû.