Parlamenterê Partiya Keskan: Qedexeya PKK'ê bi DYE re bipeyivin

Parlamenterê Partiya Keskan: Qedexeya PKK'ê bi DYE re bipeyivin

Konferansa koçberan a li bajarê Elmanya Stûttgartê bi rûniştina duh êvarê bi dawî bû. Parlamenterê Partiya Keskan Mehmet Kiliç di axaftina xwe ya li konferansê de got, "Mijara qedexeya PKK'ê ya li Elmanyayê, ne bi Elmanya bi DYE re biaxivin. Mûxatabê vê rêveberiya DYE ye."

Li bajarê Elmanya Stûttgartê, di konferansa koçberan a tevahiya rojê dewam kir de, pirsgirêk û rêyên çareseriyê yên koçberan hatin nirxandin. Konferans, di 52. salvegera koçê de ji aliyê Platforma Yekitiya Hêzê ya Demokratîk ve hat organîzekirin û bi taybetî pirsgirêkên penaberên siyasî hatin nîqaşkirin.

Konferans danê êvarê bi rûniştina bi sernavê "Pirsgirêkên ji ber koçê derketine holê û gavên gengaz ên çareseriyê" bi dawî bû. Di vê beşê de Parlamentera Partiya Keskan Mehmet Kiliç, keşîş Werner Baumgarten, sekretera sendîkaya Ver.di Christina Frank û parêzer Elîf Kanat axivîn. Di vê beşa konferansê de ku moderatoriya wê endama Meclîsa Aştiyê ya Stûttgartê Aynûr Karakaya kir, parêzvanên mafên mirovan ên Elman behsa têkoşîna xwe ya ji bo penaberan kirin.

Nûnerê Stuttgart Arbeitskreis Asyl (Koma Xebatê ya Penaberiyê) keşîş Werner Baûmgarten behsa sedem û pirsgirêkên hatina Elmanyayê yên penaberan kir. Baûmgarten ji polîtîkaya penaberan a qanûnên Elman de mînak da û diyar kir ku penaber parçeyek ji civakê ye û di çarçoveya qanûnên navneteweyî de jî divê werin parastin.

Di beşa duyemîn a rûniştinê de sekretera sendîkaya Ver.di Christina Frank behsa pirsgirêkên penaberan ên li qada kar û sendîkayî kir. Frank diyar kir ku nêzî ji sedî 20 ê penaberan bê dîploman e û got, "Penaber li qada kar, rastî cihêkariyê tên. Edaleta civakî beriya her tiştî ji bo penaberan şert e."

KILIÇ: DI QEDEXEYA PKK'Ê DE ELMANYA NE MÛXATAB E

Dûre endamê Meclîsa Federal Mehmet Kiliç mafê axaftinê wergirt û xwest qanûnên taybet ên der heqê penaberiyê yên li Elmanyayê werin rakirin. Parlamenterê Partiya Keskan Kiliç diyar kir ku divê yên serlêdana penaberiyê li Elmanya kirine jî ji mafên civakî sûdê werbigirin û got, "Bi taybetî mirovên mafê penaberiyê bi dest nexistine, di qada tenduristiyê de rastî gelek pirsgirêkên girîng tên. Pêwîste di vî warî de sererastkirin bên kirin."

Der barê qedexeya PKK'ê ya li Elmanyayê de, ku ev 20 sal in dewam dike, nêrîna Partiya Keskan ji Mehmet Kiliç hat pirsîn û Kiliç jî li ser vê yekê got, "Di vê mijarê de mûxatab ne Elmanya, Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) ye. Qedexdeya PKK'ê li gel rêveberiya DYE re biaxivin."

‘YEK JI DU JINÊN KOÇBER, MEXDÛR E’

Parêzer Elîf Kanat jî bal kişand ser pirsgirêkên jinên penaber û got, "Li gorî lêkolînên li Elmanyayê hatine kirin, ji sedî 40 ê jinên koçber, rastî dijwariyê tên. Di dozên malbatî yên tên ber min de, xuya dibe ku yek ji du jinan mexdûr e. Pirsgirêkeke din jî ew e ku jinên tên vê derê, bi hevserê xwe ve girêdayî mafê rûniştinê (mayînê) digirin e. Jineke zewicî, di nava şert û mercên zehmet de bin jî divê 3 salan bi hevserê xwe re bijî, da ku karibe li vir bimîne. Li Elmanyayê qanûnên ji bo parastina jinan hene, lê têrê nakin."

Di beşên serê sibê û nîvro yên konferansê de jî, polîtîkayên krîmînalîzekirina penaberên siyasî yên li Elmanyayê hatibûn nîqaşkirin. Di beşa piştî nîvro de jî siyasetmedar û nivîskarê Kurd Mûzaffer Ayata peyivîbû û gotibû, "Li Elmanyayê bi nedîtina Kurdan re li Rojhilata Navîn siyaset nayê kirin. Bi hevdîtineke 10 deqeyan li gel Kurdan re, hemû pirsgirêk dikarin çareser bibin." 

Parlamentera Elman ê ji Partiya Çep Anette Groth jî polîtîkayên Yekitiya Ewropa û Elmanyayê yên der barê penaberan de, bi tundî rexne kiribû.