Parlamenterê Swîsreyî: Helwesta AKP'ê rê li ber fikaran vedike
Parlamenterê Swîsreyî: Helwesta AKP'ê rê li ber fikaran vedike
Parlamenterê Swîsreyî: Helwesta AKP'ê rê li ber fikaran vedike
Parlamenterê Swîsreyî huqûqnas Nîcolas Rochat ku weke çavdêr beşdarî dozên KCK'ê bû destnîşan kir ku di demeke hevdîtin li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike de dewamkirina girtin û darizandina di bin navê 'KCK'ê de, di mijara niyeta AKP'ê de rê li ber fikaran vedike. Parlamenter Rochat diyar kir ku Swîsreyê di navbera Ermenîstan-Azerbaycanê de bi awakî fermî navbeynkarî kiriye û dikare di çareseriya pirsgirêka Kurd de jî roleke aktîf bileyze.
Pêvajoya siyasî ya li Tirkiyê bala siyasetmendar û huqûqnasên Ewropî dikşîne. Rûniştinên darizandina 'Doza KCK', ÇHD û parêzerên Buroya Huqûqê ya Sedsalê, ji aliyê 30 çavdêrên ji Rêxistina Huqûqnasan a ji bo Mafên Mirovan û Demokrasiyê (ELDH) ve hatin şopandin. ELDH ku li gelek welatên Ewropayê şaxên xwe hene, baskê wê yê li Swîsreyê Komeleya Huqûqnasên Pêşverû ye. Nîcolas Rochat li ser navê vê rêxistina civakî ya sivîl beşdarî rûniştinên KCK'ê bû û diyar kir ku doz bi temamî siyasî ye. Nîcolas Rochat ku di heman demê de Parlamenterê Kantona Vaûd (Lozan û derdora wê) ya Partiya Sosyalîst a Swîsreyê (SP/PS) ye û Serokê Koma Partiya xwe a li Parlamentê ye, di salên dawî de ji nêz ve bi pirsgirêka Kurd û binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiyê re eleqedar dibe.
Serokê Koma Partiya Sosyalîst a Swîsreyê (PS) a Parlamentê Nîcolas Rochat ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku Swîsreya di mijara têkiliyên Ermenîstan-Azerbaycanê de bi awayekî fermî navbeynkarî kiriye, di mijara Kurd de jî dikare heman rola çalak bileyze.
Rochat ku li gel komeke ji huqûqnasên Ewropî beşdarî doza "parêzerên KCK' ya 17'ê Îlonê bû got, "Ez yekemcar ji rûniştineke li hundirê girtîgehê a li Sîlîvrî re bûm şahid. Ya ku min dît; dadgeheke bi erkê taybet û skandaleke huqûqê bû. Sîstemeke ku tê de parêzerên parastinê tên darizandin ne huqûqî ye, kêfî û siyasî ye. Şêwe û rêbazê vê dozê nîşan dide ku dewleta Tirk li gorî huqûqa ceza ya normal û li gorî pîvanên huqûqa gerdûnî tevnagere." Huqûqnas û parlamenterê Swîsrî ragihand ku beriya niha ew li darizandineke mîna ya li Sîlîvrî rast hatiye û got, "Dema hûn çavdêriyê li dadgehê dikin, hûn rastî sîstemeke kêfî ya huqûqê rast tên û dozeke derveyî qanûnan derdikeve pêşiya we. Tiştên ku parêzerekî girtî li dadgehê gotine, bi tena serê xwe nîşan dide ku doz bi temamî siyasî û kêfî ye. Li wê derê pîvanên huqûqê û prosedur nameşe."
Rochat ku dozên siyasî û binpêkirinên mafên mirovan ên li Emerîka Latîn û Rojhilata Navîn ji nêz ve şopand, cudahiya doza 'KCK'ê ji dozên din wiha anî ziman:
"Min ji binpêkirinên li wan herêmên din ên cîhanê re jî şahidî kir, lê belê rewşa KCK û parêzerên Komeleya Huqûqnasên Hemdem (ÇHD) gelekî cuda û kêfî ye. Min ji dozên tê de nivîskar, rojnamevan, sendîkavan hatin darizandin re şahidî kir, lê belê êrîşa dewletê ya li mafê parastinê, pêkanîneke cotceza ye. Bersûc û parastin, nabe ku di heman dozê de bên cezakirin. Dewlet nikare karên mirovên ku di nava huqûqê de dixebitin, asteng bike."
Rochat ragihand ku ji aliyekî ve behsa guhertina Qanûna Ceza ya Tirk û Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê tê kirin, ji aliyê din ve jî dadgehên bi erka taybet wezîfeya xwe dewam dikin û destnîşan kir ku ev yek paradokseke. Rochat diyar kir ku wî çavdêriyên xwe li ser navê Komeleya Huqûqnasên Pêşverû di rojên bihurî de li civînên komîsyona mafên mirovan a Neteweyên Yekbûyî yên li Cenevreyê de aniye ziman û got, "Me mijar xistin rojeva Parlamenta Federal a Swîsreyê. Parlamentera SP û Profesora huqûqê Cesla Amaralle jî bi pêşniyarnameyekê ji Hikûmeta Federal xwest, ku der barê dozên KCK û parêzerên ÇHD'ê de li Enqerê bikeve nava tevgerê."
Rochat da xuyakirin ku di demeke dewleta Tirk li gel Rêberê Gele Kurd Abdullah Ocalan hevdîtinan dike de dewamkirina girtinên di bin navê KCK'ê de rê li ber fikaran vedike û got, "Ji aliyekî ve sînyalên demokratîkbûyînê tê dayîn, behsa hevdîtinên li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin, ji aliyê din ve jî rewşenbîr, milîtan û parêzvanên mafên mirovan ên Kurd tên girtin. Ev rewş der barê niyeta hikûmeta AKP'ê de rê li ber fikaran vedike. Nêrîna; gelo vana xapandin in, amadekariyek ji bo hilbijartinan e, diafirîne."
Rochat anî ziman ku di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de Hikûmeta Swîsreyê dikare roleke girîng bileyze û diyar kir ku Bern, Enqere û siyaseta wê ji nêz ve dişopîne, di mijara têkiliyên Karabag û Ermenîstan-Azerbaycanê de li Tirkiyê bi awayekî fermî navbeynkarî kiriye û herçend encameke ku tê xwestin bi dest neketibe jî, pêşketin çê bûye. Rochat wiha peyivî: "Hikûmeta Swîsre di mijara Kurd de dikare roleke hîn aktîf bileyze. Ji bo bicihbûna maf û azadiyan dikare ezmûnên xwe bi Enqerê re parve bike. Ji xwe Swîsre ne xerîbê pirsgirêka Kurd e. Di dema agirbesta yekemîn a sala 1993'an de 50 parlamenterên ji partiyên cuda yên Parlamenta Federal ji bo navbeynkariyê pêşniyarname dabûn û Parlamentê ev qebûl kiribû. Lê belê Tirkiyê ev navbeynkarî hingî qebûl nekiribû. Swîsre her wiha di têkiliyên navneteweyî de xwedî giraniyeke cidî ye. Di vê mijarê de wezîfeyên girîng dikeve ser milê dîaspora Kurd jî. Kurdên li vê derê dikarin di nava partiyên siyasî de hîn bêtir cihê xwe bigirin û ji bo çareseriya pirsgirêka li welatê xwe bi rêyên demokratîk, roleke girîngtir bileyzin."