Parlamenterên Bolîvyayê çûn serdana KCD’ê

Parlamenterên Bolîvyayê çûn serdana KCD’ê

Parlamenterê ji Partiya MAS a Bolîvyayê hatibûn Newroza Amedê çûn serdana hevserokên KCD’ê Aysel Tugluk û Ahmet Turk. Turk wiha got: “Kurd tiştekî wenda nakin. Dê bo mafên xwe têbikoşin.Kurdan bo aştiyê pêngavên gelek girîng avêtin. Gelo dê niha cîhan kurdan terorîze bike an na? Kurd vê mereq dikin.

Heyeta senatorên Bolîvya çûn serdana Aysel Tugluk û Ahmet Turk. Turk di serdanê de axivî û gbot ligel hemû  polîtîkayên înkar û îmhayê ya li ser gelê kurd, kurd dijminahiyê nameşîne û got; Ji berk u em ji tevgereke sosyalîst tên.

Turk dsetnîşan kir ku bi têkoşîna ku  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye daxwazên biratî û aştiyê derketine holê û got: “li pêş kudan  du hedef hene. Yek ji van azadeî û ya din jî azadiya gelane.” Turk balkişand ser peyama Ocalan û diyar kir ku Birêz Ocalan ji bo çek bê deng bin derfek mezin daye.

Turk wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ligel ku em gelekî bindestin jî kotaya me ya jinê ya parlamentoyê em derxistin ji sedî 50’yî.  Ji ber nebûna jinan kêmasiyeke mezine. Di vê pêvajoyê de barê kurdan girantire. Nêrîna Bolîvya û cîhanê bo me girînge. Tu tiştekî kurdan yê wenda bike tune. kurd ji bo mafên xwe dê têbikoşe. Tirkiyeyê kurd terorîze kir û li ber çavê hemû cîhanê reş kir. Kurdan bo aştiyê pêngavên girîng avêt.  Niha dê cîhan kurdan terorîze bike an na? Kurd vê mereq dike. “

Turk ji bo heyetê spasiyên xwe got û kêfxweşiya xwe anî ziman.

Parlamenterê Bolîvyayê Rossehary Carlo jî axaftinek kir û got têkoşîna gelê kurd ji bo wan rumeteke gelek mezin û girînge. Carlo got: “Me jî têkoşîn da.  Me di encama têkoşîna xwe de Înkar rakir. Em dê her tim bi gelê kurd re di nava têkoşînê de bin. “

Hary Hîdîna jî der barê wekheviya ku li Bolîvyayê bidestxistine jî wiha got: “Li Bolîvyayê jî ji sedî 70 komeke herêmî heye. Bi makeqanûna nû wekhevî pêk hat. 37 komên etnîk û girêdayê vê 37 ziman hene.”

Hevdîtin girtî didome.