Parlamenterên HDP'yî wê li ber NY dest bi greva birçîbûnê bikin
Parlamenterên HDP'yî wê li ber NY dest bi greva birçîbûnê bikin
Parlamenterên HDP'yî wê li ber NY dest bi greva birçîbûnê bikin
Parlamenterên HDP'ê Sebahat Tûncel, Selma Irmak, Kemal Aktaş û Endama Desteya Bicihanînê ya KCD'ê Feleknas Ûca, li dû hin danûstandinên îro yên li Cenevreyê, wê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) çalakiya rûniştinê lidar bixin û têkevin greva birçîbûnê.
Der barê mijarê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hevseroka me û Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Selma Irmak a li Kobanê lêkolîn kir, bi parlamenterên HDP'ê Kemal Aktaş, Sebahat Tûncel û Endama Desteya Bicihanînê ya KCD'ê Feleknas Ûca, ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê, ranebûna NY bi wezîfeya xwe û bêdengiya li trajediya mirovahiyê ya navneteweyî, li Cenevreyê li dû hin hevdîtin û danûstandinan we îro li ber avahiya NY çalakiya rûniştinê lidar dixin û dest bi greva birçîbûnê bikin."