Parlementerê BDP’ê yê Agiriyê Aksoy qeza kir
Parlementerê BDP’ê yê Agiriyê Aksoy qeza kir
Parlementerê BDP’ê yê Agiriyê Aksoy qeza kir
Parlementerê BDP’ê yê Agiriyê Halîl Aksoy nêzî navçeya Akdagmadenî li ser rêya Yozgat-Sêwazê wesayîta wî ji kontrolê derket û qeza kir. Di qezayê de Aksoy birîndar bû û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Yozgatê.
Wesayîta Parlementerê BDP’ê yê Agiriyê Halîl Aksoy di ajot û ji Erziromê ber bi Enqereyê ve diçû, nêzî navçeya Akdagmadenî ya li ser rêya Yozgat-Sêwasê wesayît ji kontrolê derket û wergeriya. Di qezayê de parlementer Aksoy birîndar bû û ji aliyê welatiyan ve ji wesayîtê derxistin. Aksoy bi ambûlansan rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Yozgatê. Hate hînbûn ku, lingê rastê û difina wî şikestiye, piştî dermankirinê ji nexweşxaneyê derxistin.