Parlementerê Goran: Gelê Iraqê azadiya Ocalan dixwaze

Parlementerê Goran: Gelê Iraqê azadiya Ocalan dixwaze

Parlementerê Goran ê Parlementoya Iraqê Serdar Ebdullah derbarê kampanyaya îmzeyan a Ji Ocalan re Azadî de diyar kir ku ev ne pêngava wan a destpêkê û ne jî ya dawî ye. Ebdullah ragihand ku ev kampanyaya ku wan li Parlementoya Iraqê daye destpêkirin ji aliyê hemû pêkhateyên Iraqê ve hatiye destekkirin û got: “. Ev tê wê wateyê ku gelên Iraqê tiştek wiha dixwaze.  Gelê Iraqê daxwaza azadiya Ocalan dike, gelê Iraqê daxwaza çareseriyeke adilane bo pirsgirêka Kurd dike.”

Roja duşema borî li Parlementoya Iraqê bi hewldana Parlementerên Tevgera Goran kampanyaya ji Ocalan re Azadî hate destpêkirin û di vê çarçoveyê de 83 parlementerên Iraqê kampanyayê îmze kirin û daxwaza azadiya Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

Parlementerê Goran ê Parlementoya Iraqê Serdar Ebdullah ku pêşengiya kampanyayê kir derbarê kampanyayê û armanca wê de agahî da   û diyar kir ku ji nîvî zêdetirê parlementerên ku îmze dane ne Kurd in û diyar kir ku ji hemû wilayetên Iraqê parlementer ev kampanya îmze kirine. Ebdullah diyar kir ku wana ji Serokê Parlementoya Iraqê xwestiye ku îmzeyên hatine komkirin ji cihên peywendîdar, ên weke Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewropa, Komkara Ereban, rayedarên Iraqê û welatên peywendîdar re bişîne.

EV XEMEKE NETEWEYÎ YE

Serdar Ebdullah got: “Tenê xemek neteweyî ye. Ev yek weke erkekî me ye. Divê ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê piştgiriyê bidin. Armanca me ji vê kampanyayê tenê ev e. Ev ne tenê hewldana me ya yekemîn e, ne jî ya dawî ye, em ê pêngaveke mezintir bidin destpêkirin.”

DIVÊ PIRSGIRÊKA KURD BI RÊBAZÊN ADILANE ÇARESER BIBE

Ebdullah destnîşana kir ku ev ne hewldana wan ne ya destpêkê û ne jî ya dawî ye û got: “Me berê jî li Parlementoyê, bi rêya çapemeniyê, bi rêya daxuyaniyê bang li welatên cîranên Kurdistanê kiriye ku dawî rêbazên çekdarî yên li dijî Kurdan bînin û pirsgirêka Kurd bi rêbazên aşitiyane çareser bikin. Em ji bo her çar parçeyên Kurdistanê çareseriyeke adilane dixwazin. Em hemû rêbazên çareseriyan qebûl nakin. Divê adilane be.”

EWLEHÎ Û ARAMIYA ROJHILATA NAVÎN PIRSGIRÊKA KURD E

Ebdullah diyar kir ku nihaiha pirsgirêka Kurd pirsgirêka herî giran a herêmê ye û ji bo aramiya Rojhilata Navîn  xwedî metirsiyeke xwe heye û wiha doamnd: “Aramiya Rojhilata Navîn bi pirsgirêka Kurd ve girêdaye. Ger pirsgirêka Kurd bi rêbazên aşitiyane pêk neyê ewlehî û aramiya herêmê jî pêk nayê. Ger bi rêbazên aşitiyane çareser bibe jî dê gelek pêşketinên girîng bi xwe re bîne û dê gelên herêmê biçin rêza gelên din ên cîhanê. “

EM Ê PÊNGAVÊN GIRÎNGTIR PÊŞ BIXIN

Serdar Ebdullah got: “Em ê pêngaveke girîngtir pêş bixin û wiha domand: “Lê ev pêngava me ya li Parlementoya Iraqê pir girîng e. Ji ber ku ne tenê Kurdan îmze kiriye. Kesên ku îmze kirine ji nîvî kêmtir Kurd in. Nîvî zêdetir jî ne Kurd in. Evane nunerên hemû gelê Iraqê ne. Nunerê hemû parêzgehan (wilayet) têde hene. Nunerê hemû neteweyan têde heye. Nunerên hemû ol, mezheb û pêkhateyan têde heye. Navên hemû girseyên siyasî jî hene. Heta em dikarin bêjin nunerên Suniyan ên îmze dane ji yên Şuîyan zêdetir e.  Em dikarin bêjin ev peyamek a hemû gelê Iraq e. Du tiştan daxwaz dikin; aşitiya li Tirkiyeyê, mafên rewa yên gelê Kurdistanê. Her wiha daxwaza çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên adilane û ya din jî daxwaza azadiya Ocalan dikin.”

GER SEROKÊ PARLEMENTOYÊ NEŞÎNE, EM Ê BIŞÎNIN

Her wiha, derbarê kampanyaya îmzeyan de jî ev agahî da: “Me duşema borî ev îmze kom kir. Bi pirtûkeke fermî weke Tevgera Goran me pêşkêşê Serokê Parlementoyê kir. Me ji wan xwext ku pêşkêşê Serokkomar Iraqê, Desteya Wezîran û hemû endamên dîplomasiyê bikim. Her wiha me ji wan xwest ku ji balyozxaneyên welatan ên li Iraqê, nunerên Neteweyên Yekbûyî û Komkara Ereban û Yekitiya Ewropayê re  bê şandin.  Em li benda bersiva Serokê Parlementoyê ne. Ez bi xwe pêre axivîm. Ji min re got ku ew ê di aliyê qanûnî de hewl bidin. Em hêvî dikin ku vê weke nameyekê bişîne cihên pêwîst. Ger neşîne em ê bi xwe bişînin.”

ÊDÎ DEMA ÇARESERIYEKE RASTEQÎN E

Parlementerê Kurd ê ji Fraksiyona Tevgera Goran bang li hukûmeta Tırk jî kir ku rêbazên aşitiya pirsgirêka Kurd çareser bike û got: “Em ji hukûmeta Tirkiyeyê re radigihînin, êdî rijandina xwînê bes e. Êdî guneh e ciwanên Kurd û Tirk û pêkhateyên din ên Tirkiyeyê bêne kuştin. Êdî dema diyalogek rasteqîn û aşitiyeke rasteqîn e. Ji bo vê jî azadiya Ocalan divê. Bi vê aşitiyê rewşa herêmê diguhere. Em naxwazin mudaxeleyê karê navxweyî yê Tirkiyeyê bikin, lê ev erkek ê me yê Kurdan e, ev erkekî neteweyî ye.”

DIVÊ HER DU WELAT RÊZ JI DAXWAZÊN HEV RE BIGIRIN

Serdar Ebdullah wiha berdewam kir: “Em hêvîdar in ku hukûmeta Tirk vê daxwaza me ya weke parlementerên Iraqê, Parlementoya Iraqê, ku weke daxwaza gelê Iraqê ye pirsgirêka Kurd bi rêyên adilane çareser bike. Ev tê wê wateyê ku gelên Iraqê tiştek wiha dixwaze.  Gelê Iraqê daxwaza azadiya Ocalan dike, gelê Iraqê daxwaza çareseriyeke adilane bo pirsgirêka Kurd dike. Dibe di navber du hukûmetan de pirsgirêk hebin, lê divê her du dewlet rêzê ji hev du re bigirin. Ji ber ku bi hev re dijîn û divê daxwazên hev li ber çavan bigirin.