Di encama êrîşa xwekujiyê ya li bajarê Sarmangan ê li bakûrê Efrxanîstanê pêk hat de siyasetmedarê navdar ê Efxan û 20 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin ku êrîşa bombeyî di dema daweta keça parlrementer Ehmed Xanê Samaganî de pêk hat. Hat ragihandin ku êrîşkar xwe weke mêfan nîşandan. Di dema ku Samaganî hêmbêz kir bombe teqand.
Berdevkê Talîbanê jî ragihand ku têkiliya wan bi vê êrîşê re tune ye. Di dema şerê sivîl ê salên 80’yan de Ehmed Xan Samanganî yek ji fermandarên mucahîdan bû.
Ew bi xwe parêzvanên Serokê Efxanîstanê Hemîd Karzayî bû, fermandarek mezin ê berê bû û niha jî siyasetmedarek bû. Her wiha, yek ji reqîbên General Ebdul Reşîd Dostûm bû jî.
Şahidan da diyarkirin ku di salona teqîn têde pêk hat de nêzî 100 kes hebûn. Polîsan ragihand ku 20 kes jiyana xwe ji dest dan û nêzî 40 kes jî birîndar bûn.
ANF NEWS AGENCY