Parlementerên BDP’ê îro jî nehatin berdan
Parlementerên BDP’ê îro jî nehatin berdan
Parlementerên BDP’ê îro jî nehatin berdan
Li bendê bû kû îro biryara serbestberdana parlementerên BDP’ê bê dayîn, hate zanîn dadgeh jiber “ dozgeriyê biryar nedaye” rawestaye. Seroka koma BDP’ê Pervîn Buldan jî, diyar kir ku zanyarî standine ku wê sibe yanjî roja înê biryara berdana parlementeran bê dayîn.
Îro tevahiya rojê çav liser dadgeha 5. û 6. Ya cezayên giran a Amed’ê bûn. Lê belê hate zanîn ji derveyî parlementer Îbrahîm Ayhan, jiber ku biryara dozgeriyê ji parêzerên parlementerên dinre neçûye, îro biryara berdanê nehatiye dayîn.
Seroka koma BDP’ê Pervîn Buldan liser hesabê xwe yê Twitter weşand ku “ wana zanyarî girtiye ku wê biryara berdana parlementerên BDP’ê yan sibe yanjî roja înê bê dayîn.”