Parlementerên Kurd li Amedê ne
Parlementerên Kurd li Amedê ne
Parlementerên Kurd li Amedê ne
Şandeya ji Yekîtiya Parlementerên Herêma Federal a Kurdistanê pêkdihat şaredariyên Amedê ziyaret kir.
Şandeya ji Serokê Yekîtiya Parlementerên Herêma Federal a Kurdistanê Necat Yasîn û Xelîl Îbrahîm û Ferhat Avnî pêkdihat ya ji bo hevdîtinên cûda hatîn li Bakûre Kurdistanê Serokê Şaredariya Bajarê mezin a Amedê Osman Baydemir ziyaret kir.
Şandeya Yekîtiya Parlementerên Kurdistanê ji aliyê Serokê Şaredariya Yenişehirê Selîm Kurbanoglu, Wekîlê Serokê Şaredariya Peyazê Mahmut Dag, Cigirê Serokê Şardariya Sûrê Nakşi Sayar, Wekîlê Serokê Meclisa Bajarê Mezin Eşref Guler û ji Berpirsê Peywendiyên bi Gel re, endamê Meclisê Derya Tamriş ve bi mêvaniya Baydemir hatin pêşwazî kirin.
Ferhat Avnî destnîşan kir ku serdanên wan ji bo di nava qada navnetewî de pirsgirêka Kurd çareser bibe pêkhatiye û got ku pêwiste ji bo gelê Kurd mafê xwe bi dest bixwe hewildan bên kirin. Avnî destnîşan kir ku ew dixwazin ku li Hewlêrê meclisekî ji parlementerên her çar parçeyên Kurdistanê û yên dîasporayê dijîn avabikin.
Avnî da diyar kirin ku ew ji hevdînên Baydemir yên li Hewlêrê keyfxweş bûne û wiha axivî: “Me xwest ku ji bo hewildana te ya ji bo yeketiya birayên me Kurdên Başûr û Rojavayê Kurdistanê spasiyên xwe pêşkêk bikîn.”
Baydemir jî destnîşan kir ku ew gelek keyfxweş bûne ku li Amadê ew pêşwazî kirîne û ew tiştekî gelek girînge. Baydemir da diyar kirin ku yeketiyan Kurdan misogeriya aşitya Rojhilata Navîn.