Parlementoya Holandayê Patriot erê kir

Parlementoya Holandayê Patriot erê kir

Li Holandayê Meclisa Nûneran a ku baskê jêr ya parlamentoyê ava dike, şandina Patrîotan a ji bo Tikriyeyê erê kir.

Duh di runiştina pêk hat de ligel Partiya Lîberal (VVD) ya desthilatdar û Partiya Karkeran (PvdA), partiyên muxalefetê Demokratên 66 (D66), Yekitiya Demokratên Xiristiyan (CDA) Yekitiya Xiristiyanan (CU), Keskên Çep (GL) û Partiya Dewletê ya Reformê (SGP) ji bo şandina Patrîotan deng bi kar anîn, Partiya Azad (PVV) ku serokatiya wê Geert Wîldersê ya rastgir dike û Partiya Sosyalîst (SP) jî li dij vê deng bi kar anîn.

Wezîrê Derve Frans Tîmmermans îdia kir ku Patrîot ji bo parastina sînorû gelê Tirkiyeyê tên şandin û da zanîn dê ji bo vê peywirê bişînin.

Hollandayê berê jî weke ku hikûmetê erê kiribû du sîstemên parastina Patrîot û 360 leşkerî dê bişîne Tirkiyeyê. 8’ê çileyê sîstemên parastina fuzeyê dê bi keştiyê bi rê bixin û di nav meha çile de aktîf bikin.

Leşkermb Hollandayê dê salekî li Tirkiyeyê bimînin, lêçûna wan dê 42 mîlyon Euro ye.