Partiya Çep: Divê ji bo Kobanê zext li Tirkiyeyê bê kirin

Partiya Çep: Divê ji bo Kobanê zext li Tirkiyeyê bê kirin

Parlamenterên Partiya Çep a Elman der barê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kantona Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyek dan û destnîşan kirin ku li pişt êrîşan Tirkiye heye. Serokê Koma Partiya Çep Gregor Gysî û parlamenter Andrej Hunko xwestin Elmanya û Yekîtiya Ewropa (YE) di vê mijarê de zextê li Tirkiyeyê bikin.

Serokê Koma Partiya Çep a Elman (Die Linke) Gregor Gysi, der barê êrîşên li dijî Kobanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniya di malpera înternetê ya Koma Partiya Çep hat weşandin de, hat bibîrxistin ku ji ber êrîşan gelek kesan jiyana xwe ji dest dane û hat destnîşankirin ku heta Tirkiye li cem DAIŞ'ê be, koalîsyona li hemberî DAIŞ'ê hatiye avakirin wê bi kêr neyê.

Gysi ji rêveberiya DYA û Hikûmeta Elman a Federal xwest, ku zextê li Tirkiyeyê bikin ji bo destekê bes bide DAIŞ'ê û got, "Heta ku ev neyê kirin, gotina têkoşîna li dijî DAIŞ'ê wê rasteqîn nebe."

'EWLEKARIYA JIYANÊ YA HEYETA ELMAN A LI HERÊMÊ DI XETERIYÊ DE YE'

Parlamenterê Partiya Çep Andrej Hunko jî ragihand ku ji ber alîkariya Tirkiyeyê ya ji bo DAIŞ'ê têkiliya Elman-Tirk ketiye xeteriyê. Hunko destnîşan kir ku rewşeke skandal e ku artêşeje kujeran a mîna DAIŞ'ê ji aliyê welatekî NATO'yê ve tê destekkirin û ev bang kir:

"Dema DAIŞ'ê ji nû ve dest bi êrîşên xwe yên li hemberî Rojava kir, heyetek ku du xebatkarên min jî di nav de ye, li herêmê bû. Ji bo şopandina pêşketinên li Rojava, heyet çû herêmê û niha ewlekariya jiyana wan di xeteriyê de ye.

Di şûna ku Elmanya çekê bide herêmê de bila zexta 'Desteka xwe ya ji bo DAIŞ'ê qut bike' li Tirkiyeyê bike. Pêwîste were destnîşankirin ku eger Tirkiye dawî li vê desteka xwe nîne, wê pêvajoya endametiya Yekîtiya Ewropayê ya Enqereyê bikeve xeteriyê. Bi welatekî ku destekê dide DAIŞ'ê ya ku bi rêk û pêk sûcê şer dike, pêvajoya endametiyê nameşe."