Partiya Çepgir a Alman rêberên xwe yên nû hilbijart

Partiya Çepgir a Alman rêberên xwe yên nû hilbijart

Partiya Çepgir a Almanyayê duh di komcivîna xwe de hevserokên xwe yên nû hilbijart. Wekîla rojhilatî ya ciwan û rêberê sendîkayan ê rojavayî Berdnd Riexinger degên herî zêde wergirtin û bûn hevserokên partiyê. Peywira destpêkê ya hevserokan ew e ku yekitiya di nava partiya xwe de xurt bikin.

Katja Kipping a 34 salî ji bajarê Dresdenê yê Rojhilat e û parlementerek federal e. Bernd Riexinger ê 57 salî jî serokê sendîkayêna bû ji bajarê Stuttgartê ye. Ji nava 11 namzedan dengên herî zêde her duyan wergirtin û bûn hevserok. Kipping ji sedî 67 û Riexinger ji sedî 53 dengan wergirtin.