Partiya Gel a Swêdê: Bila Erdogan qêrîna girtiyan bibihîse

Partiya Gel a Swêdê: Bila Erdogan qêrîna girtiyan bibihîse

Berdevkê Polîtîkayên Derve ya Partiya Gel a Swêdê ya ku yek ji hevkarên mezin ên hukûmetê ye Frederik Malm der barê greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd de daxuyaniyek da ANFê.

Malm bal kişand ku zêdetirê 10 hezar girtî di greva birçîbûnê de ye û got ku divê êdî dewleta Tirk helwesta xwe ya li hemberî pirsgirêka Kurd biguherîne û êdî dem hatiye ku pirsgirêka Kurd bi rêyên aşitiyan çareser bibe.

Malm bûyerên di girtîgehan de weke karesaeteke mirovahiyê bi nav kir û got: “Tiştên li girtîgehan ne karesateke xwezayî, lehî an jî erdhejeke ku mirov hîn bûne û dizanin. Di bingehê karesata di girtîgehan de têkoşîna siyasî ya gelê Kurd a li hemberî înkarkirina çand û ziman e.”

Malm da zanîn ku ev greva birçîbûnê dê ji bo xistina bin ewlehiyê ya ziman û çanda gelê Kurd bibe alîkar û ji bo çareseriyek mayinde ya pirsgirêka Kurd jî bang û qêrîneke. Malm ji Erdogan û desthilatiya AKP’ê xwest ku van qêrînan bibihîse.

Malm destnîşan kir ku li h emberî vê yekê berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê Yekitiya Ewropa û hukûmeta Swêdê û ji bo pêşîlêgirtina mirinan ji YE û hukûmeta Swêdê xwest ku bikevin dewrê.