Partiya Karkerên Komunîst: PDK polîtîkayên dewleta Tirk pêk tîne
Partiya Karkerên Komunîst: PDK polîtîkayên dewleta Tirk pêk tîne
Partiya Karkerên Komunîst: PDK polîtîkayên dewleta Tirk pêk tîne
Partiya Karkerên Komunîst a Kurdistanê diyar kir ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di pirsgirêkên Rojavayê Kurdistanê de bûye aliyek û bi armanca ku zextê li Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bike deriyê sînor girtiye.
Partiya Karkerên Komunîst a Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di pirsgirêkên Rojavayê Kurdistanê de bûye aliyek û polîtîkayên dewleta Tirk pêk tîne û bi armanca ku zextê li Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bike deriyê sînor girtiye.
Di daxuyaniya Partiya Karkerên Komunîst a Kurdistanê de ev tişt hatin gotin: "Di encama şerên dijwar ên li herêmên Rojavayê Kurdistanê û êrîşên hovane yên komên çeteyan de, bi hezaran Kurdên Rojava koçber bûn."
Di daxuyaniyê tê destnîşankirin ku Kurdên Rojava xwe spartine herêma Başûrê Kurdistanê ya di bin desthilatiya PDK'ê de, lê mixabin PDK'ê li ber bayê siyaseta dewleta Tirk ketiye û deriyê sînor li ber welatiyên Kurd girt. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku PDK li gorî berjewendiyên xwe yên bazirganî û dîplomasiyê deriyê sînor girtiye.
Daxuyanî wiha dewam dike: "Di pirsgirêkên Rojavayê Kurdistanê de PDK'ê bûye aliyek, PDK'ê dixwaze li herêma sînor bihêz bibe da ku karibe polîtîkayên dewleta Tirk pêk bîne û PYD'ê qels bike, lewma deriyê sînor girtiye."
Di daxuyaniya Partiya Karkerên Komunîst de tê desnîşankirin ku PDK'ê bi van polîtîkayên xwe dibe hevkarê komên Îslamî yên ku bi alîkariya dewleta Tirk Kurdan dikujin, destdirêjî li ser mal û namûsa Kurdan dikin.
Di daxuyaniyê de girtina deriyê sînor hate şermezarkirin û ji gelê Başûr hate xwestin ku li dijî vê biryarê dengê xwe bilind bikin û xwepêşandanên girseyî li dar bixin.