Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) tundiya polîsan a di 14’ê tîrmehê de li Amedê pêk hatin şermezar kir û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestin. Serokê meclisa Korsîkayê jî êrîşa li djî BDP’ê şermezar kir û peyama piştevaniyê bi gelê Kurd re da.
PCF daxuyaniyek nivîskî da û tundiya 14’ê tîrmehê ya li Amedê şermezar kir û got bi van bûyeran re herêm kurdan dîsa xistine nava trajediyê.
PCF’ê wiha got: “BDP û KCD’ê ji bo Azadiya Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd bi armaca bang li hikumeta Erdogan û civaka navneteweyî bike xwestin mîtîngekê pêk bîne. Muxatabê pirsgirêka Kurd Abdullah Ocalan ev saleke bi parêzerên xwe re nikare hevdîtina bike. Daxwazên gelê Kurd hê jî aliyê AKP’ê ve tên redkirin. Birastî li Amedê şerek dijwar qewimî. Pervîn Buldan jî di navde 3 wekîl û şaredar Osman Badyemîr jî di nav de birîndar bûn. Hevserokên giştî û hevserokên BDP’ê rastî tundiya giran hatin.
DIVÊ FRANSA PIŞTA XWE BIDE ERDOGAN
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “PCF ev demeke binpêkirinên mafan yên liser gelê kurd şermezar dike. Divê ev raweste.”
Di daxuyaniyê de îfadeya ‘PCF azadiya Abdullah Ocalan dixwaze’ hate bikaranîn û wiha got: “Divê serokomarê Fransayê û wezîrê Karê Derve Laurent Fabîus divêpişta xwe bidin Erdogan. Heta niha Nîcolas Sarkoyz bi polîtîkayên xwe piştgirî dida Erdogan. “
DIVÊ DEMOKRAT BI KURDAN RE BIKEVIN NAVA PIŞTEVANIYÊ
PCF diyar kir ku, xwendekara Kurd Sevîl Sevîmlî ku welatiya Fransayê ye ji 9’ê gulanê heta niha di zindanên Tikriyeyê de ye û wiha got: “Bi hinceta tevlî 1’ê Gulanê bûye bi terorîzmê hatiye sûcdar kirin. Divê Fransa demildest daxwaza serbest berdana wê bike. Divê hemû demokrat bi kurdan re bikevin nava piştevaniyê.”
MECLISA KORSÎKAYÊ: DIVÊ FRANSA SIYASETA XWE YA KURD BIGUHERE
Serokê meclisa Korsîkayê Domînîque Bucchînî peyama wî ya nivîskî gihişt ber destê ANF’ê û di peyamê de êrîşa li hemberî kurdan şermezar dike. Bucchînî peyama ‘piştgirî û piştevaniyê’ dide û wiha dibêje: “merciyên siyasî yên tirk êrîşên li hemberî kurdan zêde kiriye. Divê şert û mercên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê de ye bi dawî bibe. Ev zextên bê maf û bê daraz divê bi dawî bibe. Mafên esas yên gelê Kurd tune dike.”