Partiya Komunîst a Kurdistanê: Emê tevlî pêngava Ocalan bibin

Partiya Komunîst a Kurdistanê: Emê tevlî pêngava Ocalan bibin

Partiya Komunîsta Kurdistanê diyar kir ku, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newrozê de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêvajoyeke rast li ser bingeha demokratîk daye destpêkirin, ji ber vê jî ew dê hemû bi hêza xwe tevlî pêvajoyê bibin.

Partiya Komunîst a Kurdistanê di derbarê peyama ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newroza Amedê de dabû, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan di nameya xwe de bangeke durist li ser esasê demokratiya rast ku jiyana hevbeş û biratiya di nav gelê Kurdistanê û gelê Tirkiyeyê de biparêze diyar kiriye.

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku, nameya Ocalan dîrokî ye ji bo gelê Kurd û gel, hikmet û rêjîma Tirkiyayê, şer û pevçûnan radike, rijandina xwînê qedexe dike, biratiya civakî di nava hemû gelên Kurdistan, Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn de bi hêz dike. Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ku, nameya Ocalan baştrîn rêbaza çareserî, adalet, dawî anîna  şer û ziyanên aborî ye.

Partiya Komunîsta Kurdistanê di daxuyaniya dayî de diyar kir ku, ew dê bi hemû hêza xwe pişgirtiya peyama Ocalan bikin. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku, ew dê ji bo serkeftina pêngava Ocalan daye destpêkirin bi hemû hêz û qeweta xwe tevlê bibin. Di daxuyaniyê de bang li PKK'ê hate kirin yekîtiya xwe bi hêzên din re xurtbikin, bi hişyarî tevbigere û bang li gelê Kurdistanê, hemû rêxistin, hêzên demokratîk û şoreşger hate kirin ku, piştgiriyê bidin naveroka pêvajoyê.

Di dawiya daxuyaniyê bang li gel û hikûmeta Tirkiyeyê hate kirin ku, ji derew û hewldanên hêzên nîjadperest û şofînist yên li Tirkiyeyê bawer nekin, her wiha ji bo biserketina pêngava Ocalan, banga rola erînê û bi bandor li hêzên demokratîk, partiyên siyasî di herêmê û cîhanê de hate kirin.