Partiya Komunîst beşdarî Meclîsa Gel a Rojava bû

Partiya Komunîst beşdarî Meclîsa Gel a Rojava bû

Partiya Komunîstî Kurdistan tev li Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) bû. Partiya Hevgirtina Lîberalî Kurdistan jî wê di nava 2 rojan de biryara beşdariyê bide.

Bi munasebeta beşdariyê, nûnerên herdu partiyan û MGRK’ê li bajarê Qamişlo li hev civiyan. Di civînê de rêveberên Partiya Komunîstî Kurdistan, Partiya Hevgirtina Lîberalî Kurdistan û MGRK’ê amade bûn.

Di civînê de geşedanên dawî yên li Suriyê û  Rojavayê Kurdistanê, her wiha êrîşên li ser herêmê û ambargo hatin nirxandin.

Di civînê de li ser projeya rêveberiya demî ya herêmê ku PYD’ê pêşkêş kiriye û hewldanên yekîtiya kurdan jî hatin rawestandin. Di encama nirxandinan de Sekreterê Partiya Komunîstî Kurdistan Necmeddîn Mele Umer destnîşan kir ku ew wekî partî tev li MGRK’ê dibin. Rêveberên Partiya Lîberal jî destnîşan kirin ku ewê rêziknameya MGRK’ê di nava xwe de nîqaş bikin û heta 2 rojan wê biryar bidin ka dê tev li MGRK’ê bibin an na.