Partiya Yekîtiya Suryaniyan meş lidar xist
Partiya Yekîtiya Suryaniyan meş lidar xist
Partiya Yekîtiya Suryaniyan meş lidar xist
Partiya Yekîtiya Suryaniyan li Qamişlo bi armanca şermezarkirina girtina Cîgirê partiyê Seîd Melkê û Endamê partiyê Rûbêl Baho ku ji aliyê rêjîma Baas ve hatine girtin meşek lidar xist.
Meş li Qamişlo ji ber Navenda Çandê ya Sûryaniyan bi beşdariya sedan Suryaniyên ji Qamişlo, Tirbespiyê û Dêrikê destpê kir. Meşvanan wêneyên Cîgirê Partiya Yekîtiya Suryaniyan Seîd Melkê, endamê Partiyê Rubêl Baho, herdû mitranên ku li Helebê hatin revandin û alên partiya Yekîtiya Suryaniyan hilgirtibûn.
Meşvanan ji rêjîmê daxwaz kir ku girtiyan serbest berdin û dest ji girtina siyasetmedaran berdin. Di dawiya meşê de welatî kom bûn û endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Suryaniyan Senhrêt Bursum axivî û bal kişand ser dîroka gelê Suryanî ya kevnar. Bursum da zanîn ku rêjîma Baas siyaseta girtin û revandinê li dijî Suryaniyan bikar dianî û bang li rêjîma Baas kir ku girtiyên wan di zûtirîn dem de serbest berde.
Piştre berpirsa Rêxistina Jinan a Suryaniyan Şamîran Şemûn axivî û bal kişan ser rola jina Suryanî. Şemûn bang li rêjîmê kir ku girtiyên wan serbest berdin. Şemûn bêdengiya hêzên navnetewî derbarê revandina herdû mitranên Suryaniyan li Helebê şermezar kir.