Partiyên ENKS’ê nakokiyan dijîn

Partiyên ENKS’ê nakokiyan dijîn

Civîna ENKS'ê ya ku di 6-7 Kanûnê de li navenda Partiya Pêşverû ya bajarê Qamişlo pêk hat, gelek biryar hatin girtin. Li gorî hin çavkaniyan li civîna ENKS’ê de nîqaşên tund di navbera Yekîtiya Siyasî (El-Partî, Azadî, Yekîtî,Azadî) û partiyên din rû dane. Yekîtiya Siyasî ya ku xwe dispêre Koalîsyona Niştimanî Sûriyê di civînê xwestiye Desteya Bilind a Kurd bê hilweşandin û hewl bêdayîn ku Rêberiya Xweseriya Demokratîk bê asteng kirin û ENKS’ê di nava Koalîsyonê de beşdarî Civîna Cenevre-2 bibe.   

Li gorî agahiyên ku ji hin çavkaniyan hatin bidestxistin civîna ENKS'ê ya ku di 6-7 Kanûnê de li navenda Partiya Pêşverû ya bajarê Qamişlo pêkhat, gelek nîqaşên tûnd hatin meşandin, da ku Desteya Bilind a Kurd bêfesih kirin û hewl bêdayîn ku xebatên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bêne asteng kirin. 

Li gorî hin çavkaniyan li civîna ENKS’ê de nîqaşên tûnd dinavbera Yekîtiya Siyasî (El-Partî, Azadî, Yekîtî,Azadî) û partiyên din bûne. Yekîtiya Siyasî ya ku xwe dispêre Koalîsyona Niştimanî Sûriyê di civînê xwestiye Desteya Bilind Kurd bê hilweşandin û hewl bêdayîn ku Rêberiya Xweseriya Demokratîk bê asteng kirin û ENKS’ê di nava Koalîsyonê de beşdarî Civîna Cenevre-2 bibe.   

Cigirê Sektetêrê Partiya Azadî û endamê Desteya Bilind a Kurd Beşar Emîn der heqê biryarên Meclîsa Niştîman a Kurdên li Sûriyê agahî dan ANHA' yê. Emîn bi kêfxweşî destnişan kir ku sebebê ku Desteya Bilind a Kurd hatiye fesihkirin ew bi xwe ye. Lê raxmî ku di dema borî de gelek caran Partiya Azadî li pêşya xebatên Desteya Bilind a Kurd astêngî avadikir jî Emin bi zimanekî tund Meclîsa gel a Rojava Kurdistanê sûcdar kir ku hevpeymana Hewlêrê binpêkiriye.

Li hemberî pirsa ku Mesûd Barzanî biryara ji dewsa Meclîsa Niştimanî digire jî Emîn destnîşankir ku ew gelekî serbilindin ku ew fermanên xwe ji vî digirin û Mesûd Barzanî ji wan re weke bav e. Di heman demê de Emîn ji bo pirsa hûn hevpeymana di navbera Barzanî û Erdogan de li dijî Rojavayê Kurdistanê çawa dinirxînin jî bersivek sosret da û got “ew xebat gelekî pîroz e."  

Di mijara ku hunê di nava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk cihê xwe bigirin jî Emîn anî ziman ku tu garantiya Rêveriyê ya pêşerojê nîne, ji ber vê yekê ew ê di nava Koalîsyona Niştimanî Sûriyê de cihê xwe bigirin û daxwaza wan ji Koalîsyonê ewê ku Kurdan qebûl bike.

Endamê komîta siyasî ya Partiya Pêşverû Selman Hiso ji bo Opozîsyonê nerînên xwe anî ziman û got: "Gelek kes di nava opozîsyonê de nîjadperestê erebin û li dijî kurdanin, lê çend dostên kurd jî di nava opozisyonê de hene û em hêvî dikin ku kurd neyên înkar kirin." 

Lê li hemberî ku opozîsyon kurd înkar dike û hevpeymana di navbera opozîsyon û meclîsa niştiman de pêk neyê wê xwedÎ çi helwestê be, ti bersiv neda.

Endamê serbixwe yê Meclîsa Niştimanî ya Kurdên li Sûriyê Dr. Mistefa Henîf di derheqê biryarê civînê de nerînê xwe bi ANHA re parvekir.

Dr. Mustefa Henîf diyarkir ku Desteya Bilind a Kurd ji bo yekîtiya Kurdan gelekî girîng û ew bi xwe amadeye ku her tiştî bike ku dest Desteya Bilind bê aktivkirin û wiha axivî : "Yê dixwaze her du meclîsan durî hevdu bixe û Desteya Bilind a Kurd fesih bike xizmeta Kurdan nake û naxwaze mafê kurda li Cenevra 2 bê temsîl kirin." 

Li hemberî pirsa destê hin hêza di nava Meclîsa Niştiman de hene an na Dr. Henîf destnîşankir ku ew pirs gelekî zor e û got:" Bi baweriya min hin hêz destê xwe di nava Meclîsa Niştiman de hene." 
Li ser pirsa çima biryara aktîvkirina Desteya Bilind a Kurd ji bîryara Mesûd Barzanî re hatiye hiştin, jî Dr. Henîf wiha axivî: " Rêza me ji Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî re heyî, lê divê kurdên Rojavayê Kurdistan bi xwe xwedî îrade û biryar bin di mijara Rojava de. Lê ji ber ew yek nîne di civînê de gelek biryarên qels derketin." 

Di heman demê de Dr. Henîf destnîşan kir ku opozîsyona Sûriyê ti soz nedaye partiyên di Meclîsa Niştimanî de û ev partiyên di nava Koalîsyona Niştimanî Sûriyê de cihê digrin ji bo menfata partiyên xwe tevdigerin.

Endamê Partiya Azadî ya Kurdên li Sûriyê Mehsin Tahir diyar kir ku biryarên Cenevra-2 ne di destê gelê herêmê de ye, ku biryarên li vir tên girtin jî ne serbixwe ne. Tahir da zanîn ku hêzên desthilatdar ên weke Rûsya û DYA ne li gorî berjewendiyên gelê herêmê, lê li gorî berjewendiyên xwe biryaran digirin û weke hêzên biçûk ti tişt di destê wan de nîne.