Partiyên siyasî li Kobanê û Efrînê çûn serdan YPG'ê
Partiyên siyasî li Kobanê û Efrînê çûn serdan YPG'ê
Partiyên siyasî li Kobanê û Efrînê çûn serdan YPG'ê
Li Kobanê û Efrînê nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî bi munasebeta Cejna Qurbanê çûn serdana navendên YPG’ê û piştgiriya xwe anîn ziman.
Li Kobanê nûnerên PYD, Partiya Demokratî Kurd li Suriyê, Partiya Çep a Kurd li Suriyê, Meclîsa Gel a Kobanê û Yekîtiya Star bi munasebeta Cejna Qurbanê çûn serdan navenda YPG’ê. Nûnerên partiyan û rêxistinan li vir ji aliyê Mehmud Berxwedan ve hatin pêşwazîkirin. Di ziyaretê de nûnerên partiyan piştgiriya xwe ya ji bo YPG’ê anîn ziman.
Li navçeya Cindirês a Efrînê jî şandeyek ji partiyên siyasî çûn serdana navenda YPG’ê. Şande ji aliyê fermandara YPJ'ê ya herêma Efrînê Berfîn Efrîn ve hate pêşwazîkirin. Berfîn di serdanê de axaftinek kir û bal kişand ser berxwedana YPG'ê ya li hemberî çeteyan. Berfîn Efrîn ji ber piştgiriya wan jî spasiya xwe pêşkêşî şandeyê û welatiyan kir.
Endamên şandeyê jî piştgiriya xwe anî ziman.