Pasdarên Îranê kasibkarek Kurd giran birîndar kir

Pasdarên Îranê kasibkarek Kurd giran birîndar kir

Hêzên rejîma Îranê roja Şemiyê li ser sinorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê êrîş birin ser kasibkarên Kurd û di encamê de welatiyek Kurd bigranî birîndar bû.

Di 16’ê Adarê roja Şemiyê de li Rojhilatê Kurdistanê hêzên pasdarên rejîma Îranê li ser sinorê Başûrê Kurdistanê weke her carê êrîş birin ser kasibkarên Kurd. Di encama êrîşê de kasibkarek Kurd bigiranî birîndar bû. Li gorî agahiyên ji herêmê hatine standin, kasibkarê birîndarbûyî di bin çavdêriya hêzên rejîma Îranê de rakirine nexweşxaneya bajarê Serdeştê.