PÇDK bi hejmara 34. beşdarî hilbijartinên meclîsa bajaran dibe

PÇDK bi hejmara 34. beşdarî hilbijartinên meclîsa bajaran dibe

Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) bi hejmara 34'an beşdarî hilbijartinên Meclîsa Bajaran ên Başûrê Kurdistanê dibe.

Desteya Bilind a Hilbijartinê, îro li bajarê Hewlerê lîste û hejmara beşdarên hilbijartinên Meclîsa Bajaran ên Başûrê Kurdistanê aşkera kir.

Li gorî vê yekê Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) bi hejmara 34'an beşdarî hilbijartinên Meclîsa Bajaran ên Herêma  Başûrê Kurdistanê dibe. 

Hilbijartinên ji bo Meclîsa Bajaran ên Başûrê Kurdistanê wê di 21'ê Mijdara sala 2013'a de pêk were.