PÇDK'ê 10’emîn salvegera xwe pîroz kir
PÇDK'ê 10’emîn salvegera xwe pîroz kir
PÇDK'ê 10’emîn salvegera xwe pîroz kir
Li navçeya Ranya ya Silêmaniyê li bûroya govara Rojî Wilat, PÇDK’ê 10’emîn salvegera partiya xwe pîroz kir.
Bi amedebûna hevserok û endamên meclîsa PÇKD’ê amedebûna gelek nûnerên partiyên siyasî û rêkxistinên civakî yên Başûrê Kurdistanê 10’emîn salvegera PÇDK hat pîroz kirin. Di resepsiyona pîrozbahîyê de peyama Yeketiya Partiyên Kurdan hate dayîn û hat diyar kirin ku, pêwîste hemû partî û aliyên Kurd li ser bingehê yeketiya netewî bibin yek û bi vî awayî xebatên xwe pêşbixin.
Di resepsiyona pîrozkirina salvegera damezirandina PÇDK’ê de, salvegera Raperîna yekemîn ya gelê Ranya ku di 05'ê Adara 1991’an de li hemberî rejîma BAAS serhildan hatibû destpêkirin hate bîranîn û gelê Ranya ji ber vê qehremantiya xwe ya dîrokî pîroz kir.