PÇDK’ê gelê Behdînan li Zawîte gihandin hev

PÇDK’ê gelê Behdînan li Zawîte gihandin hev

Ji bo hilbijartinên Başûrê Kurdistanê ên parlementoyê ku dê 21’ê Îlonê pêkbên, mitîngên hilbijartinê ên Partiya Çareseriya Demokratîk ya Kurdistanê (PÇDK) didomin. PÇDK’ê xebatên xwe ên hilbijartinê li geliyê Zawite ê ser bi Dihokê ve ya herêma Behdînan pêkanî.

Di mitînga hilbijartinê ya li geliyê Zawîteyê berendamê parlementerê Dihokê, endamê KNK’ê û Hîndekarê Zanîngeha Dihokê Dr. Kamûran Berwarî, hevseroka PÇDK’ê û berendama parlementera Silêmaniyê Necîbe Omer û berendamê parlementerê Zaxo û Endezyar Mehdî Salih Reşîd weke axaftinvan tevlîbûn.

Mitînga ku di demjimêr 14’an de bi rêzgirtinê destpê kir, hunermend Zîlan Gever, Cûdî Gever, Ji Navenda Çand û Huner ya Geverê Behiye Gever, ji Kampa Penaberan ya Şehîd Rûstem Koma Zagros, Refîq Herekol û Ehmed Îke derketin ser dikê. Di mitînga hilbijartinê ya Zawîteyê de zêdetirî 200 kesan tevlîbûn. Mitînga hilbijartinê ya PÇDK’ê nêzî çar demjimêran dom kir.

PARLEMENTER ÇIMA XWEDÎ VÎN NÎNIN

Di mitînga hilbjartinê ya Dihokê de berendamê parlementerê Dihokê, endamê KNK’ê û Hîndekarê Zanîngeha Dihokê Dr. Kamûran Berwarî axivî û got: “Heya niha çima bi 110 kursiyan Hikumeta Başûrê Kurdistanê nikare pirsgirêkên gel çareser bike. Çima parlementer nabin xwedî vîn. Parlementerek bi vîna gel diçe meclisê lê mixabin li pêşiya rijandina xwîna bira nabe asteng. Em dixwazin parlementerên me bikin xwedî vîn.”

PÊWÎSTE GUHDARÎ WIJDANA XWE BIKIN Û DENGÊ XWE BIKAR BÎNIN

Dr. Berwarî anî ziman ku, “Pêwîste biryarên gelê Kurd ne ji aliyê Tirkiye, Washington, Tehran û Bexdayê ve bêne girtin, pêwîste Meclisa Başûrê Kurdistanê biryarên gelê Kurd bide. Ji bo vê em tekoşînê didin. Em bang li gelê Kurd dikin ku, derbikevin dervey partiyan, ji bin bandora hêzên leşkerî derkevin. Hûn azad in. Hûn dengê xwe bidin kê, tu kes nikare xwe tevlî we bike. Lê belê em dibînin ku mudaxeleyî dengê gel jî dikin. Lê belê hinek derdor û mela dibêjin “ger hûn ji rêxistinekê pere bigirin û dengê xwe nedinê hûn sûcdarin.” Tiştek wiha li tu cihên cîhanê nehatiye dîtin. Ev rast jî nîne. Mûçeyê hikumet dide ne malê tukesê ye, malê gel e. Tu kes minetê li tu kesê nake. Pêwîste her kes dengê xwe azad bikar bîne. Her kesê ku diçe ser sindoqê pêwîste guh bide dengê wijdana xwe û dengê xwe bikar bîne.”

Hevseroka PÇDK’ê û berendama parlementera Silêmaniyê Necîbe Omer anî ziman ku, “Em dê weke PÇDK bi îradeya gel komîsyonekê ava bikin û dê ji milyonder û milyarderan, bitaybet ji erkdarên hikumetê re bêjin hûn van pereyan ji kuderê tînin. Çima gel di asta birçîbûnê de ne lêkolîn bikîn. Komîsyon dê ji rewşenbîr û akademîsyenan pêk bê. Pêwîste di vê mijarê de hûn jî piştgiriyê bidin me. Em dê tucaran destûr nedin parlementer tena serê xwe biryar bidin. Em dê biryaran bi gelê xwe re bigirin. Em dê ji bo we biçin wir û em dê li wir biawayek herî baş nûnertiya we bikin. Em dê hemû bajar, navçe, bajarok, gund, nahye ji hev cûda negirîn dest. Em dê wekhev nêzî herkesê bibin.

PÊWÎSTE DI PERWERDEYÊ DE DEMOKRASTÎ SERDEST BE

Hevseroka PÇDK’ê got; “pêwîste sîstema perwerdeyê demokratîk be. Pêwîste zarokên me li dibistanan bizanabûna netewî bixwînin. Pêwîste erdnîgarî û dîroka xwe baş bizanin. Ji bo bihêz û bivîn bin, pêwîste em sîstema perwerdeyê biguherînin. Em dê sîstemek wisan ava bikin ku, tu kes û hikumet nekare li ser vîna wan hikûm bike. Pêwîste di perwerdeyê de demokrasî serdest be.”

Necîbe Omer destnîşan kir ku, “Me bi berendamên parlementerên xwe re peymanek kiriye. Pêwîste hemû parlementerên me ji sêyan yekê mûçeyê xwe ji sindoqa alîkariyê re bihêlin. Em dê sindoqa alîkariyê ji bo malbatên xwe ên şehîd veqetînin. Ji bo malbatên ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heyî em dê destê xwe dirêjî wan bikin. Me ev peyman hem bi berendamên parlementerên me û hem jî bi gelê me ê dengê xwe bidin girtiye.”

JI BO GELÊ BAŞÛR DEMOKRASÎ ŞERT E

Berendamê parlementerê Zaxo û Endezyar Mehdî Salih jî anî ziman ku, “Dema ku mirov li dîroka Hikumeta Başûrê Kurdistanê dinêre, tiştek jib o gelê Kurd nekiriye. Di firotina xaka xwe de tu kes hikumeta Başûrê Kurdistanê derbaz nake. Dewlemendiya ku di destê hikumeta Başûrê Kurdistanê de heyî li tu derê cîhanê tuneye. Lê belê em lê dinêrin piraniya gelê me di asta birçîbûnê de ye. Ji bo êşên gelê me dubare nebin pêwîste hûn dengê xwe bidin me. Ji bo gelê Başûr demokrasî şert e. Piraniya pirtûkên li dibistana têne dayîn ji derve tên nivîsîn, her wiha pereyek mezin têdayîn ji bo amadekirinê. Dema ku pirtûk têne Başûrê Kurdistanê jî û lê temaşe dikin şaşin hemû têne tune kirin. Ji bo ev dubare nebe pirtûkên xwe em dê bixwe amade bikin. Zarokên me di nava çanda xwe de mezin bibin.”

Piştî axaftinan mitînga hilbijartinê ya PÇDK’ê ya li herêma Behdînan geliyê Zawîte, piştî derketina hunermendan ya ser dike û dîlana hate girêdan bidawî bû.