PÇDK'ê gelê Behdînanê li Garê anî cem hev

PÇDK'ê gelê Behdînanê li Garê anî cem hev

Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê PÇDK'ê, bi beşdariya şêniyên Duhok, Zaxo, Akrê û gundên derdora wê li herêma Garê ya Akrê mîtîngek lidar xist. Namzetê PÇDK'ê Dr. Kamûran Berwarî da xuyakirin ku deng şoreş û berxwedane û destnîşan kir ku ew weke PÇDK ne tenê ji bo Başûrê Kurdistanê ji yekitiya tevahiya Kurdistanê dixebitin.

Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê PÇDK, mîtîngên xwe yên hilbijartinê bi hemû leza xwe dewam dike. Di vê çarçoveyê de li herêma Garê ya navçeya Hewlêr Akrê, bi beşdariya gelên ji Duhok, Zaxo, Akrê û gundên derdorê mîtîngek lidar xist. 

Mîtîng bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û destpêkê anmzetê PÇDK'ê yê Duhokê û endamê kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Hîndekarê Zanîngeha Duhokê Dr. Kamûran Berwarî mafê axaftinê wergirt. Berwarî destnîşan kir ku deng şoreş e, têkoşîn e, berxwedane û got, 'Ev berxwedan berxwedaneke welê ye ku dê hêzên tarî binax bike. Hemû dengê azad, dê bigihêjin cihên pêwîst.'

'EM DIXWAZIN BIBIN PARLAMENTERÊN MÎNA GERÎLA JI BO GEL DIXEBITE'

Dr. Karûman Berwarî diyar kir ku girîng e deng ji bo çi û çawa tên bikaranîn û got, "Dayîna dengan, şikandina vîna hêzên tarî ye. Lewma deng wicdane, ol e, exlaq e, xebat e, şoreş û têkoşîne. Parlamenter gel temsîl dike. Du cûreyên parlamenteran heye. Yek ji bo koşk, wesayît û pere dibe parlamenter û gel dixe bin xizmeta xwe. Yê duyemîn jî şoreşger û pêşmergeyên mîna gerîla kar dike ye. Em dixwazin bibin yek ji wan parlamenterên mîna gerîla ji bo edalet û huqûqê têdikoşin e. Emê ji bo edalet, demokrasî û azadiya gel biçin parlamentê."

'EM BI TENÊ JI BO VIR NAXEBITIN'

Dr. Kamûran Berwarî ragihand ku pêwistiya Parlamenta Başûrê Kurdistanê bi mirovên xurt heye û destnîşan kir ku eger parlamenter ne mirovên bi hêz û xwedî vîn be, dê ji aliyê hin derdoran ve werin bikaranîn. Dr. Berwarî da xuyakirin ku ew bi tenê ji bo Başûrê Kurdistanê naxebitin, ew ji bo yekbûyîn û yekitiya tevahiya parçeyên Kurdistanê kar dikin.

'DÎLKETINA RÊBERÊ ME, JI BO ME TEVAHIYA KURDAN KÊMASIYEKE MEZIN E'

Namzetê PÇDK'ê yê Duhokê Dr. Kamûran Berwarî diyar kir ku Ocalan Rêberê şêst milyon Kurdan e û got, "Hînê Rêberê me li girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin. Ev yek ji bo Kurdan kêmasiyeke gelekî mezin e. Eger îro zêdeyî deh hezar siyasetmedarên Kurd di girtîgehê de bin, ev ji ber pêknehatina yekitiya me ye. Eger em yek bûna, dê ew bihata berdan. Weke KNK, zêdeyî deh sal in em têkoşîna vê didin. Me hemû sînorên çar parçeyên Kurdistanê binpê kirin. Dema Rêber Apo di sala 2005'an de Konferansa Neteweyî pêşniyar kir, weke KNK me dest bi xebatên vê kir. Gel bi xwe digot; hûn nikarin du malbatan, du eşîran bînin gel hev, hûnê çawa çar parçeyên Kurdistanê bînin cem hev. Em weke tevger, xwedî vînekê ne. Me li her çar parçeyên Kurdistanê vînek mezin ava kirin."

'EMÊ PERGALA PARLAMENTÊ BIGUHERÎNIN

Namzetê PÇDK'ê yê Zaxoyê Endezyar Mehdî Salih jî silav li gelê Behdînan kir û da xuyakirin ku Parlamenta heyî ev 20 sal in li ser xwînê hatiye avakirin û got, "Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ev bîst salin ji bo gel gaveke baş neavêtiye. Ji bo Kurdistaneke azad û demokratîk, divê em rastiya bîst salên bihurî biguherînin. Bi vê armancê emê pergala parlamentê biguherînin. Weke namzetên PÇDK'ê me xwe ji her alî ve amade kirine. Emê vîna gelê xwe, bi awayekî herî baş li wir temsîl bikin. Emê li parlamentê bi projeyên xwe û felsefeya Rêber Apo re vî karî bi ser bixin."

'ŞOREŞA BAŞÛR ŞOREŞA JINÊ YE'

Namzeta PÇDK'ê ya Hewlêrê Tara Hisên jî diyar kir ku ew xwe weke namzetê bajarekî bi tenê nabînin û got, "Di felsefeya me de parçekirina Kurdistanê tineye. Hêzên serdest Başûrê Kurdistanê weke herêmên Behdînan û Soran kirine du parçe. Em weke namzetên PÇDK'ê çar parçeyên Kurdistanê temsîl dikin. Mîna ku Rêber Apo jî dibêje, "Şoreşa Başûr Şoreşa Jinê ye." Li ser vê bingehê, em ji xwe bawerin ku şoreşa Başûr pêk bînin. Ji bo jin heman êşên heta niha kişandine careke din nebînin, em têdikoşin emê têbikoşin. Emê civakeke demokratîk ava bikin. Em ji bo malbateke rêxistinbûyî, civakeke rêxistinbûyî dixebitin."

'EV WELAT NE TENÊ WELATÊ EŞÎR Û MALBATEKÊ YE'

Namzetê PÇDK'ê yê Hewlêrê Hesen Salih jî di axaftina xwe de anî ziman ku ew dixwazin hemû eşîrên li gelemperiya Kurdistanê, li parlamentê bên temsîl kirin û got, "Ev welat ne tenê welatê eşîr an jî malbatekê ye. Ev welat welatê me ye. Yên ku axa xwe difiroşe xelkê xayîn e. Gelê me yê rêzdar, eger hûn edalet, azadî û yekitiya neteweyî dixwazin, hûnê dengê xwe bidin lîsteya 113'an a PÇDK'ê."

Di mîtîngê de koma muzîkê ya Zagros a ji Wargeha Şehîd Rustem, ji Navenda Çand û Hunerê ya Geverê Behiye Gever û Refîk Herekol derketin ser dikê. Mîtîng bi govendê heta derengiyê dewam kir.