PÇDK'ê ji bo Rojava bang li hikûmeta herêmê kir

PÇDK'ê ji bo Rojava bang li hikûmeta herêmê kir

Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) bi daxuyaniyeke çapemeniyê bang li Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê kir ku di çarçoveya berjewendî û hestên neteweyî nêzî Rojavayê Kurdistanê bibe.

PÇDK, ji bo balê bikşîne ser rewşa li Rojavayê Kurdistanê û bang li hikûmeta herêmî bike û wezîfeyên xwe yên neteweyî li pêşberî Rojava bicih bîne, li ber dergehê Palemana Herêma Başûrê Kurdistanê  daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de nûnerên PYD, BDP, Yekitiya Jinên Welatparêz û Tevgera Ciwanên Welatparêz û sedan kesên ji deverên cuda hatin amade bûn.  Daxuyanî bi deqeyekê rêzgirtin ji bo cangoriyên Kurdistanê dest pêkir. Beşdarên çalakiyên alên PÇDK’ê , PYD’ê, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsa “Bijî YPG” û “Em berxwedana gelê Rojava silav dikin” hildan.

Daxuyanî ji aliyê Hevseroka PÇDK'ê Necîbe Omer û endamê Desteya Rêveber Mam Hejar ve hat dayîn. Di daxuyaniyê de ji hikûmeta herêmê hat xwestin ku deriyê sînor ê Sêmalka bê şert û merc li Rojavayê Kurdistanê veke û ji hikûmetê hat xwestin ku li gorî berjewendiyên neteweyî tevbigere.

Hevseroka Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) Necîbe Omer di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa gelê Rojavayê Kurdistanê û got, “Wek tê zanîn zêdeyî saleke gelê me li rojavayê Kurdistanê bi bîr û baweriyek pirr xurt li ber xwe dide. Gelê Kurd li Rojava hinek destkeftî ketine destê wan, lê dijminên gelê Kurd xwe li vê yekê ranagirin û êrîşî gelê Kurd dikin. ji aliyek ve rejîma Esed ji aliyek ve dewleta Tirk û komên çete û ji aliyê din ve jî girtina deriye sînor ê Sêmalka ji aliyê Hikumeta Herêma Kurdistanê ve. Ev dibe sedem ku li Rojavayê Kurdistanê gel perişan û birçî bibe, gund  û erdê xwe biterikînin û berê xwe bidin Başûrê Kurdistanê. Pêwîste deriye sînor bê vekirin. Ji bo hem di aliyê ti carî hem jî di aliyê alikariya mirovahî de.”

Omer bang li Hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir ku erkê xwe pêk bîne û wiha berdewam kir; “ Sedemê kombûna me ya li ber deriyê parlemana Kurdistanê ewe ku, ji bo parlemana Kurdistanê erkê xwe bi cîh bîne û zextê li wan aliyan êrîşî Kurdan dikin. Parlemana Herêma Kurdistanê ji vê yekê berpirsyare. Pêwiste deriyê sinor ji aliyê bazirganiyê ve bê vekirin. Ji bo ku gelê Rojava bikare pêwistiyên xwe tedarik bikin û alîkariya li başûr tê komkirin jî bigihêje Rojavayê Kurdistanê. Daxwaziyek din jî ya me ji Hikumet û parlemana Kurdistanê ewe ku, ew hêzên terorîstî ku li başûrê Kurdistanê xwe bi cih kirine û ciwanên Kurd dişinin Rojavayê Kurdistanê pêwiste pêşî lê bigrin. Pêwîste her kes di vê demê de li ser meseleya Rojavayê Kurdistanê hestiyar nêzîk bibe.”  

SEKNA GELÊ ROJAVA SEKNEKE BI RÛMETE

Li ser navê PYD’ê jî endamê Meclisa Navendî Cemîl Ehmed axivî û bal kişanx li ser rewşa gelê Rojavayê Kurdistanê û wiha got: “Li rojavayê Kurdistanê komkujiyek hat jiyîn. Li milekê jî li ser navê Îslamê, xwe di nava kurdan de diteqînin. Bi vê yekê di xwazin gelê Kurd bê îrade bêhêlin, lê gelê Kurd wê ti çaran serê ne tewîne.”

Cemîl bal kişand ser rewşa penaberên ku ji Rojava tên û destnîşan kir ku sekna li Rojava sekneke dîrokî û bi rûmete. Cemîl got, “Gelê Rojava yên ku berê xwe didin Başûrê Kurdistanê ji ber bê derfetiyên aborî ne. Ji ber ku derî ji hemû aliyan ve li gel hatiye girtin gel nikare pêdiviyên xwe pêk bînin. Ji ber vê jî daxwaz ji hikûmetê û aliyên pêwendîdar dikin ku dem ji ya din zûtir pêdiviyên gelê Rojavayê Kurdistanê bi cih bînîn da ku Rojavayê Kurdistanê vale ne be.” 

Piştî daxuyaniyê dosyayek pêşkêşî parlemana Başûrê  Kurdistanê hat kirin. Dosya ji aliyê nunerên YNK’ê û PDK’ê Bêrîvan û Semiran ve hatin wergirtin.

Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava", "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.