PÇDK’ê lez da xebatên hilbijartinê
PÇDK’ê lez da xebatên hilbijartinê
PÇDK’ê lez da xebatên hilbijartinê
Namzetên PÇDK’ê ku yekemcar beşdarî hilbijartinên Parlamenta Başûrê Kurdistanê ya Federal dibin, bi kampanyeke xurt xebatên xwe yên hilbijartinên 21'ê Îlonê dimeşînin.
Li bajarê Silêmaniyê namzetên PÇDK’ê li navenda partiya xwe kom bûn û ji rêya Mewlana heta bazara Silêmaniyê meşiyan. Namzetan, bername û projeyên xwe ji gel re pêşkêş kirin.
Namzetên PÇDK’ê Dr Fayîq Gulpî , Sînur Kerîm, Bêrîvan Mihemed, Ebdulwehab Ehmed, Rehman Resul, Dr. Ebabekir Mecîd, Beger Mihemed, Destan Mêruf, Mihemed Abdulla, Pexşan Omer, Bano Helepçeyî û Kemal Hesenheme ên li nava bajêr geriyan, rastî pêwendiyeke mezin a gel hatin.
PÇDK’ê cara yekem di 29’ê Tebaxê de li Hewlêrê û di 31’ê Tebaxê jî li Silêmaniyê bi awayekî fermî buroyên hilbijartinê vekir.