PÇDK’ê li Bawenûr konê hilbijartinê vekir
PÇDK’ê li Bawenûr konê hilbijartinê vekir
PÇDK’ê li Bawenûr konê hilbijartinê vekir
Lîsta 113 a PÇDK’ê li bajarokê Bawenûr bi beşdarbûna namzetên lîsta 113 Asûd Îbrahîm Emîn, Zeyneb Şikûr Hemîd û Elî Heme Saleh konê propagandaya ji bo hilbijartinê veda.
Li bajarokê Bawenûr yê girêdayî navçeya Kelar a devera Germiyan lîsta 113 a Partiya Çareseriya Demokrata Kurdistan PÇDK konê hilbijartinê veda. Merasîma vekirinê bi beşdarbûna namzetên Germiyan yên lîsta 113 ya PÇDK’ê Asûd Îbrahîm Mihemed ku hêjmara wî a lîstê 15 ye, Zeyneb Şikûr Hemîd (19) û Elî Heme Saleh (23) pêk hat. Di merasîmê de namzetan daxwaz li gelê deverê kirin kû dengê xwe bidin lîsta 113. Namzetê Germiyan yê di nava lîsta 113 a PÇDK’ê de bi hêjmara (23) Elî Heme Saleh ku weke babê Şehîd Karwan tê naskirin, li cihê çalakiya vekirina konê hilbijartinê ji girseya gel re axivî. Heme Saleh di axaftina xwe de balkêşan ser sîstema rêveberiyê û gendelkarên Herêma Kurdistanê û wiha got; “PÇDK wek di bername û manifestoya xwe de jî diyare, jibo çareseriya pirsgirêkan xwedî projeya çareseriya demokratîke. Di nav van pirsgirêkan de ya herî tê pêşçav gendelî û sîstema rêveberiya Herêma Kurdistanê ye. Lewra PÇDK wê bibe kîlîla çareseriya hemû pirsgirêkên Başûrê Kurdistanê.”
Herwisa namzetê din yên Germiyan Asûd Îbrahîm jî, ji girseya gel re axivî û wiha got: “Ji 20 salan zêdetire hêzên desthilatdarên Başûrê Kurdistanê rê nadin me kû em bikarin di meydana siyasetê de cihê xwe bigrîn. Bi hemû şêweyan riya me girtibûn. Ji Partiya Azadiya Kurdistan (PAK) heta roja me ya îro ev nêzîkatiyên ne li rê li ser partî û rêkxistinê me hatin nişandan. Lê heta roja îro me tawîz neda van êrîş û kiryarên hovane yên desthilatdarên Herêmê. Îro em xwediyê bi hezaran şehîdanîn. Yek ji wan jî xelkê bajarokê Bawenûr Şehîd Karwan Gabare. Lewra bangawazî û daxwaz ji xelkê Bawenûr dikîn, bi ruhê berxwedana heval Karwan Gabar deng bidin bi lîsta 113 a PÇDK’ê.
Di dirêjiya merasima vekirina konê hilbijartinê yê lîsta 113 de, namzeta jin a Germiyanê Zeyneb Şikûr Hemîd axivî. Zeyneb di axaftina xwe de balkêşand ser rewşa dawî a amadekariyên hilbijartinan a lîsta 113 û ji gelê deverê re da diyar kirin kû PÇDK’ê di hilbijartinê Parlementoya Herêma Kurdistanê de serkeftin misoger kiriye û gotinên xwe wiha bidawî anî; “Em hemû dikarîn bibin hêza dawî anîn û çareseriya her cûre pirsgirêkên Başûrê Kurdistanê. Jibo vê jî divê em bi şev û roj ne rûnîn û jibo serkeftinê bidestbixîn xebat bikin.”
Piştre aligirên lîsta 113 a PÇDK’ê bi namzetên xwe re di nava bajarokê Bawenûr de, li dikandar û gel poster, al û pirtûkên rêziknameyên PÇDK’ê li gelê deverê belav kirin.